Mîhrîcanên giştî dê du salan carekê li dar bikevin

Tevî Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê, 4 mîhrîcanên din ên her sal li dar diketin, êdî dê du salan carekê werin lidarxistin.

Mîhrîcanên giştî dê du salan carekê li dar bikevin
19 cotmeh, 2024   07:10
QAMISLO
SÎMA BIROKÊ

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) di konfransa xwe ya 8`an de ku Sibata 2024`an li Qamişloyê li dar xistibû, biryara guhertina sîstema lidarxistina mîhrîcanan dabû.

Di çarçoveya pêkanîna biryarê de, 4 mîhrîcanên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li ser asta navneteweyî ku her sal dihatin lidarxistin, dê du salan carekê werin lidarxistin.

Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ya ku ji aliyê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ve dihate organîzekirin û Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî, dê îsal nayên lidarxistin.

Li gorî agahiyên ku berdevka Dîwana Wêjeyê Narîman Evdikê dane, ji bo ku di navberê de qutbûn çênebe, dê îsal di dema mîhrîcanê de, pirtûkên ku sala 2023`yan xelat wergirtine, werin çapkirin û merasîma danasîna pirtûkan were lidarxistin.

Narîman Evdikê got: "Em ê di merasîmê de şêwazê pêşbirkê ya Mîhrîcana 8`emîn a Osman Sebrî jî aşkera bikin ku dê di sala 2025`an bê lidarxistin."

Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman beriya 2023ˈyan di salvegera wefata siyasetmedar, wêjevan û helbestvanê Kurd Osman Sebrî (11ˈê Cotmehê) de dihat lidarxistin. Lê ji ber ev dîrok nêzî salvegera dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li Serêkaniyê û Girê Spî ye, mîhrîcan 1`ê Mijdarê tê lidarxistin.

Tevî Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê, Festîvala Orkêş a Muzîkê (Gulan), Mîhrîcana Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer (Îlon), Mîhrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol (Nîsan) û Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî (Mijdar) jî dê du2 salan carekê bên lidarxistin.

(bb)

ANHA