7 sal piştî rizgarkirina Reqayê: Avakirin û pêşxistin

Şêniyên Reqayê bi hevgirtina xwe bajarê xwe ava dikin û bi pêş dixin. Bi vê yekê kantona Reqayê bûye nimûneya berxwedan û pêşketinê.

7 sal piştî rizgarkirina Reqayê: Avakirin û pêşxistin
7 sal piştî rizgarkirina Reqayê: Avakirin û pêşxistin
7 sal piştî rizgarkirina Reqayê: Avakirin û pêşxistin
7 sal piştî rizgarkirina Reqayê: Avakirin û pêşxistin
7 sal piştî rizgarkirina Reqayê: Avakirin û pêşxistin
7 sal piştî rizgarkirina Reqayê: Avakirin û pêşxistin
7 sal piştî rizgarkirina Reqayê: Avakirin û pêşxistin
7 sal piştî rizgarkirina Reqayê: Avakirin û pêşxistin
7 sal piştî rizgarkirina Reqayê: Avakirin û pêşxistin
7 sal piştî rizgarkirina Reqayê: Avakirin û pêşxistin
7 sal piştî rizgarkirina Reqayê: Avakirin û pêşxistin
7 sal piştî rizgarkirina Reqayê: Avakirin û pêşxistin
7 sal piştî rizgarkirina Reqayê: Avakirin û pêşxistin
7 sal piştî rizgarkirina Reqayê: Avakirin û pêşxistin
7 sal piştî rizgarkirina Reqayê: Avakirin û pêşxistin
7 sal piştî rizgarkirina Reqayê: Avakirin û pêşxistin
7 sal piştî rizgarkirina Reqayê: Avakirin û pêşxistin
19 cotmeh, 2024   05:10
REQA
ENES MIHEMED- MIHEMED XELÎL

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 20ˈê Cotmeha 2017ˈan de rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞˈê ragihand. Piştî rizgarkirinê meclis û komîn hatin avakirin û xebatên jinûveavakirinê dest pê kir.

Li gorî serjimariya îsal ku Nivîsgeha Serjimariyê ya Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê ve hatiye kirin, hejmara niştecihên Reqayê milyonek û 5 hezar û 603 e, hejmara malbatên vegeriyane jî 26 hezar û 70, hejmara malbatên koçberan ên li kampan dimînin jî 13 hezar e. Bi gurbûna şerê Îsraîl û Hizbullahê yê li Lubnanê re tevgera vegera şêniyan zêdetir dibe. Li gorî serjimariya sala 2018ˈan ve hejmara şêniyan 750 hezar û 314.

Em ê di vê dosyayê de pêşketinên ku di 7 salên piştî rizgarkirinê de çêbûne bi bîr bixin.

ŞERVANAN KÊLIYÊN PÊNGAVA RIZGARKIRINÊ VEGOTIN

Şervanê QSDˈê Luqman El Elî cihê xwe di pêngava rizgarkirina Reqayê de girtibû diyar kir ku cenga rizgarkirinê gelekî xurt bû û şopek di hundirê wan de çêkiriye. Luqman El Elî got: "Me bi moraleke bilind şer kir; ji ber ku me şerê çeteyên ku sûc li dijî xelkê me yê Reqayê pêk dikanî, dikirin."

El Elî bi bîr xist ku hevalekî wî yê şervan di suîqasta çeteyekî de ji milê xwe birîndar bibû li ber xwe dida û şer dikir û wiha parve ki:r "Dema min xwe gihand hevalê xwe yê birîndar, ji min re got, ˈbiçe û min bihêle. Ez ê heya şehadetê şer bikim.ˈ Gotinên wî moraleke bilind da min ku şer bidomînin."Me şer kir heya ku heval hatin û hevalê birîndar ji bo dermankirinê bigirin."

Luqman El Elî bang li xelkê Reqayê kir ku hevgirtin û piştgiriya xwe ya bi QSDˈê re bidomînin û got: "QSDˈê hêza yekane ye ku şerê DAIŞˈê kir û wê di aliyê erdîngariyê de tune kir."

Şervanê QSDˈê Necim Şewax El Şewax (37) ji bajarê Reqayê ye, bavê 5 zarokan e û di pêngava rizgarkirina Reqayê de birîndar bûbû li ser sedema tevlêbûna xwe ya nava QSDˈê wiha anî ziman: "Ji ber 2 sedeman min xwest tev li QSDˈê bibim. Sedema yekê tola min ji çeteyên DAIŞˈê heye. Sedema din dixwazim şer bikim."

El Şewax got: "Bajar bûbû mîna xalîçeke mayîn û bombean. Li nêzî Çerxerêya Saetê ya li beramberî avahiya perwerdeyê komeke axê wekî mewzî li hebû. Wê demê operasyona paqijkirinê hebû. Ji bo parastinê me xwe li piştî koma axê veşart. Di wê komê de mayînn hatibû danîn. Mayîn bi min ve teqiya. Ez ji lingê xwe yê rastî û milê xwe ve birîndar bûn, lê îradeya min neşikest. Dema ku însaneke birîndar bibe, piskolojiya wî xirab dibe, rast e min parçeyek ji laşê xwe ji dest da lê li beramberî wê min welatê xwe qezenc kir. Bi saya keda gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi aramî û ewlehî dijîn."

JINÛVEAVAKIRIN

Di encama şer û kiryarên çeteyên DAIŞˈê de bajarê Reqayê ji sedî 65 bi temamî û ji sedî 85 bi awayekî qismî wêran bûbû. Astengiyên mezin ên li pêşiya xebatên jinûve avakirinê ew bû ku piraniya binesazî hilweşiyan û bi hezaran malbat koç bûn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê binesaziya bajar ji nû ve rast û xebatên jinûve avakirinê da destpêkirin. Bi avakirinê re şênî vegeriyan warê xwe.

Rêveberiya Xweser di çarçoveya xebatên jinûve avakirinê de tevahî stasyonên ava vexwarinê (200 stasyon) sererast kirin û av gihaşt tevahî malan. Her wiha torên ceyranê jî sererast kirin û ji sedî 95 kanton ronî kir.

Her wiha Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê û Şaredariya Gel ji destpêka rizgarkirinê ve gelek projeyên qîrkirina rêyan pêk anîn. 30 pir wekî pira Kevin a Reqayê, tevahî kenalên avdanê sererast kirin. Di 6ˈê Hezîrana îsal de jî Pira Nû (Reşîd) ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat vekirin.

Zêdetirî vê yekê Meclisa Rêveber a kantonê bi tevahî komîteyên xwe yên xizmetguzarî û şaredarî projeyên kanalîzaysona ku ji sedî 85 wêran bûbûn, pêk anîn.

Endamê Şaredariya Gel a Reqayê Husam Kolo diyar kir ku ji sedî 90 şebekeyên kanalîzasyonê yên bi zerar sererast kirin û li taxên Endelus, Diriye, Intîfada û Ekrad şebekeyên nû yên kanalîzasyonê vekirin.

Li gorî Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê, destpêka rizgarkirina bajarê Reqayê 30 hezar mal bi temamî wêran bibûn, 25 hezar mal bi awayekî qismî wêran bibû, her wiha pêwîstiya 15 hezar malên din bi sererastkirinê hebû.

DI 7 SALAN DE 3722 RUXSETÊN AVAKIRINA AVAHIYAN HATIN DANÎN

Li gorî Şaredariya Gel a Reqayê, di 7 salên borî de 3 hezar û 722 ruxsetên avakirina avahiyên wêrankirî û yên nû hatin danîn. Her wih avakirina avahiyan jî bi rêxistin kirin.

TENDURISTÎ

Qada Tenduristiyê jî mîna qadên din bi temamî hilweşiya. Piraniya navendên tenduristiyê û nexweşxaneyên giştî hatin wêrankirin û kel û pelên wan ji aliyê çeteyên DAIŞˈê ve hatin dizîn.

Piştî rizgarkirinê, Desteya Tenduristiyê ya Kantona Reqayê Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê vekir.  Nexweşxane ji klînîk, laboratwar, CT, ambulans, lênêrîna awarte, odeyên neştergeriyê yên sar, beşa şewatê, diyalîzê, talasemiyê û banka xwînê pêk tê. Her wiha yekemîn kargeha oksîjenê û beşa tumorên xirab (kanser) vekirin.

Desteya Tenduristiyê ya Reqayê di sala 2023ˈyan de di avahiya Nexweşxaneya Wetanî ya Reqayê de Nexweşxaneya Giştî ya Zarokan vekir. Di heman salên de projeya jinûve avakirina avahiya Nexweşxaneya Wetenî ya kevin dabû destpêkirin.

A niha li Reqayê 3 nexweşxaneyên giştî û 7 nexweşxaneyên taybet hene. Her wiha Komîteya Tenduristiyê li Nexweşxaneya Welidandinê Navenda Bersivdayîna Epîdemîk û Mamo-Krav vekir. Akademiya Tenduristiyê (Navenda Pêşxistina Şarezayên Bersivdana Epîdemîk) vekir.

Ji bilî nexweşxaneyan 27 navendên tendurustiyê, 293 dermanxane yê ruxsetkirî, 22 laboratuar, 27 depoyên pêwîstiyên bibî û 42 depoyên dermanan li kantona Reqayê hene.

PERWERDE

Piştî rizgarkirinê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê dest bi jinûve avakirina dibistanên wêrankirî û pêşxistina qada perwerde û fêrkirinê kir.

Li gorî desteyê, li Reqayê 430 dibistan hene, ji dema rizgarkirinê û heya niha 230 dibistan hatin sererastkirin û xebatên sererastkirinê dewam dikin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo sala 2024-2025ˈan minhacê Rêveberiya Xweser derbasî dibistanan kir ku berê minhacê UNICEF’ê dihat dayîn.

Li gorî hevserokê Komîteya Fêrkirinêy a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê Îsmaîl El Ehmed, hejmara dibistanan îsal 430. Hejmara mamosteyan 7 hezar e. Hejmara xwendekaran 130 hezar. Di sala 2017-2018ˈan de hejmara xwendekaran 66 hezar û hejmara mamosteyan hezar 830 bû.

Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2021ˈê de Zanîngeha El Şerq li Reqayê vekir. Zanîngeh ji 7 fakulte û 4 peyman ( fakulteya bîyolojî, fakulteya çandiniyê, fakulteya hiûqî, fakulteya aborî, fakulteya zimanê ingilîzî, fakulteya wêje, fakulteya perwerde, fakulteya zanistên tibî, peymangeha teknîkî, peymangeha zimanan, peymangeha endazyaarî, peymangeha rêveberiya darayî) pêk tê. Îsal jî Peymangeha Zimanê Kurdî û Peymangeha Endezyariya Ceyranê û Mekanîk hatin vekirin.

ÇANDINÎ Û ABORÎ

Reqayê ku li ser çemên Firat û Belîxê dikeve herêmeke çandinî ye  û ji sedî 10 rûbera Reqayê erdên çandinî ye. Şêniyên Reqayê genim, ceh, pembo, garis û sebzeyan diçînin. Di nava 10 salên dawîn de cureyên din ên çandiniyê derbasî kantonê bûn û encam dan. 

Li Reqayê rêjeya çandina avî 93 hezar hektar e, 190 donim li keviyên çeman û kenal e, û 140 hezar donim bi rêya bîran tên avdan.

Rûberên projeyên avdaniyê 93 hezar hektar û rûberên avî yên li ser keviyên çem û kenalan 190 hezar donim û bi rêya bîran tên avdan jî 140 hezar donim.

Li kantona Reqayê 24 stasyonê avdanê û 2 kanal (Raîd û Belîx) hene.

Li gorî Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê li kantonê 5 hezar kargehên xwarin, pîşesazî, ceyran, êm, cemed û pembo hene.

Welatiya ji bajarê Reqayê Fatima El Bekir bal kişand ser pêşketina ku piştî rizgarkirinê li Reqayê çêbûye û got: "Rewşa kantona Reqayê gelekî hatiye guhertin. Ev yek bi saya projeyên Rêveberiya Xweser û şêniyên Reqayê ye ku karîbûn ji wêrankirinê jiyanê biafirînin. Niha di bin sîwana Rêveberiya Xweser gelek tiştî hatin guhertin. Edalet û wekhevî hene. Tevahî pêwîstiyên jiyanê wekî av, ceyran, nan, mazot, gaz û perwerde hene."

Welatiyê bi nave Emar El Şêx ê ji Reqayê bi bîr xist ku beriya rizgarkirinê tarîtiyek li Reqayê serwer bû û got: "Niha  bûye yek ji bajarê Sûriyeyê yên herî zêde jinûve avakirin lê çêbûye. Her wiha bûye navenda aboriya herêmê ya giştî. Sedema vê yekê jî ewlehî, istiqrar û pêşketina di bin sîwana Rêveberiya Xweser de çêbûye."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê Mişleb Tirkan jî girîngiya rizgarkirina bajarê Reqayê û xebatên jinûve avakirinê û tevgera civakê û Rêveberiya Xweser vegot: "Bi pêkanîna modela rêveberiya demokratîk û avakirina pergala demokratîk a nenavendî re guhertineke ber bi çav diyar e."

Tirkan bal kişand ser dema serweriya çeteyên DAIŞˈê ya li bajarê Reqayê û got: "Di dema serweriya çeteyên DAIŞˈê de rewş tevlihev, bi tirs û bê istiqrar bû. Lê piştî ji aliyê QSDˈê ve hat rizgarkirin nîşaneyên guhertinê, şêwazê rêxistinbûyînê li bajar ber bi çav in. Rîxistin ji komînan dest pê dike û bi pergala meclisên rêveber û meclisên gelan bi dawî dibin ku li gorî hevpeymana civakî rêveberiyê dikin."

PÊŞKETINA ÇANDÎ

Tirkan anî ziman ku kantona Reqayê yek ji bajarên Sûriyeyê ku di qada çandî de  li pêş e û diyar kir ku pêşketineke çandî li ser asta kantona Reqayê heye. Her wiha bi bîr xist ku gelek hunermend hene ku taybetmendiyên Reqayê vedibêjin. Tirkan anî ziman ku kantona Reqayê li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asta çandê de pêşeng e.

REWŞA EWLEHIYÊ

Tirkan destnîşan kir ku çi herêmeke ku şer û pevçûn lê hebe bi aloziyan ewlehiyê encam digire, lê Rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariya Hundirîn karibûn di demeke kurt de ewlehî û istiqrarê li kantonê mîsoger bikin. Tirkan got "Em dikarin rewşa ewlehiyê baş binirxînin."

Mişlib Tirkan bi domdarî got "Hîn li pêşiya astengiyeke mezin li pêşiya me heye. Ew jî şaneyên DAIŞˈê ye. Pêwîstiya me bi desteke zêdetir û rasteqîn a ewlehî, lojîstîk û îstîxbaratî ji aliyê civaka navneteweyî heye, da ku karibin tevgera çeteyên DAIŞˈê yên li dijî Rêveberiya Xweser kontrol bikin."

Mişlib Tirkan di dawiya axaftina xwe de got: "Em şêniyên kantona Reqayê bi hezkirin û hevgirtina xwe me karîbû civakê pêş bixin û ji nû ve ava bikin ku bûye kantonê bikin nimûneya berxwedan û pêşketina lezgîn."

(bb)

ANHA