Dilsoza Rêbertî û dara zeytûnê; Zelal Efrîn

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan red kir, bi welatê xwe, welatparêziya xwe û doza gelê xwe ve girêdayî ma. 20 salan li piraniya herêmê Kurdistanê têkoşîna azadiyê meşand.

Dilsoza Rêbertî û dara zeytûnê; Zelal Efrîn
19 cotmeh, 2024   06:10
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Zelal Efrîn (Fîdan Fatê) sala 1973ˈyan li gundê Qudê yê bajarê Raco yê Efrînê ji dayik bû. Fîdan di nava malbateke welatparêz de mezin dibe ku ji 5 xwişk û 3 birayan pêk tê. Ji ber rewşa madî ya zehmet a malbatê nikarîbû biçe dibistanê. Lê di zarokatiya xwe de tevgera rizgariya Kurdistanê nas kir û bi rêya kadorên wê yên ku civîn ji gel re li dar dixistin, fikrên xwe dewlemend kirin.

Fîdan ji ber rihê wê yê şoreşgerî û bandora wê ya kûr bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan alîkariya madî û manewî dide tevgerê. Dara zeytûnê ku sembola Efrînê ye, cihekî girîng di dilê Fîdan de çêkir. Bê sebir li benda mewsimê berhevkirina zeytûnan dima.

Fîdan gotinên ku dikirin pêk dianî, sozên ku didan bi cih dianîn. Rewş analîz dikirin, pirsgirêk çi qasî zehmet bin jî çareserî peyda dikirin. Rihê fedaî, berpirsyarî, dilnizmî, hezkirin û girêdana mezin bi malbatê re ji taybetmendiyên Fîdan bûn.

Fîdan an ku Zelal Efrîn di sala 2000ˈî de berê xwe dide Herêmên Parastinê yên Medyayê. Nêzî 11 salan ji malbatê qut dibe û kesyaet û ezmûnên we yên têkoşîn û parastin bi rêya perwerdeyê bi pêş dixe, di heman demê de têkoşîna çekdarî li hemberî dagirkeran dikir.

Bi destpêka Şoreşa 19ˈê Tîrmehê re, Zelal vedigere warê xwe û cihê xwe di nava refên şoreşê de digire. Di navbra 2011-2015ˈan de di xebatên rêxistinkirina gel de cih girt.

Bi destpêka sala 2016ˈan de, Zelal Efrîn berê xwe dide Şengalê û roleke mezin di hişyarkirin û rêxistinkirina civaka êzidî de lîst.

Di dema êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Şengalê de Zelal tevî karwanên êzidiyan ên piştgiriyê berê xwe dide Efrînê. Piştre dîsa vedigere Şengalê û heya 2022ˈan li wir kar û xebat dida meşandin.

Di sala 2022ˈyan de Zelal Efrîn vedigere kantona Efrîn-Şehbayê û wekî endam di Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de cih digire.

Xwişka Zelal, Selwa Fatê anî ziman ku tevlêbûna Zelal a nava tevgera rizgariya Kurdistanê encamên lêkolîneke demdirêj a li ser xwenaskirin, heqîqet û azadiyê pêk hat û got: “Bersiva pirsên di serî xwe de di fikirên tevgerên de dîtin. Di wê baweriyê de bû ku Kurdistan li benda şoreşgeran e ku wê ji dagirkeran rizgar bike."

Sewla anî ziman ku Zelal xwedî rihekî hevkariyê bû, her tim xwe berpisyar li hemberî malbatê didît û alîkarî dida wê.

9ˈê Cotmeha îsal (2024) balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrîn-Şehbayê erebeya TEV-DEMˈê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de endamên TEV-DEMˈê Zelal Efrîn, Mazlûm Entab û Alaf Murad şehîd bûn.

Selwa anî ziman ku destekftiyên hatine bidestxistin berhemên keda şehîdan e û got, şehîd Zelal jiyana xwe ji bo parastina gelê xwe veqetand û berjewendiyên gelê xwe di ser her tiştî re digirt.

Selwa Fatê bal kişand ser tevkariya bi dewlet Tirk a dagirker re û got, aqûbeta zayînan nêzîk e  wê berdêlên xiyaneta xwe bidin.

Selwa her wiha got: "Em destê bêbextên bûne sedema şehadeta têkoşer Mazlûm û Zelal bişkînin. Bila ji çi kesê ku difikirin xiyanetê bikin re bibe dersek."

Xwişka din a şehîd Zelal, Ferîde Fatê anî ziman ku "kesayeta şehîd Zelal gelekî xurt e, bi şev û bi roj bi rûkenî kar dikir, nêzîkatiyên wê bi me re nerm bû. Li ku derê kar kir şopeke xwe hişt. Cihê xwe di dilê Efrîniyan de çêkir." Ferîde soza şopandina xeta şehîdan da.

Birayê şehîd Zelal, Nezmî Fatê bal kişand ser rihê fedaî yê şehîd Zelal û got "Gelek çalak bû, biryarên wê durist bûn. Tu carî muameleyeke nebaş li hemberî nekiriye. Di axaftinên xwe de peyvên ku bi kar dianîn hildibijart."

Nezmî ji gel xwest ku rihê welatparêziyê di nava zarokên xwe de ava bikin, neyên îdiayên derew ên dewleta Tirk a dagirker û rêya berxwedanê esas bigirin.

(bb)

ANHA