Di panorama hefteyê de Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû rojeve

Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser Hevpeymana Civakî ya nû erê kir. Çavdêran anî ziman ku ji bo çareseriyê li Sûriyeyê hêvî ye. Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker îdiayên ku berê der barê parastina ewlehiya xwe ji gefan de aşkera kirin.

Di panorama hefteyê de Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû rojeve
17 kanûn, 2023   02:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hefteya borî de behsa erêkirina li ser Hevpeymana Civakî ya nû ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hebûna dewleta Tirk a dagirker li xaka Sûriyeyê, rewşa Iraqê û nakokiyên Amerîka-Îsraîlê li ser Xezayê kir.

‘RAGIHANDINA HEVPEYMANÊ JI BO ÇARESERIYA LI SÛRIYEYÊ HÊVÎ YE’

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û endamê Komîteya Biçûk a Hevpeymana Nû Sîhanok Dîbo jî ji rojanmeya El Erebî El Cedîd re axivî û got: “Ragihandina hevpeymanê, ji bo çareseriya li Sûriyeyê hêvî ye.”

Dîbo wiha domand: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo aloziya Sûriyeyê modela çareseriya rastîn û çalak li ser bingeha biryara navneteweyî ya bi hejmara 2254’an e. Ez hêvî dikim ku peyman ji bo çareseriya li welêt, hêviyekê çêke û Rêveberiya Xweser wek çareseriyeke nîştimanî ya guncaw bê qebûlkirin."

Dîbo di axaftina xwe ya li gel rojnameyê de destnîşan kir ku heta hevpeyman amade bû, bi dehan civîn ji gel re li herêm û bajarên Rêveberiya Xweser hatine çêkirin û got: "Ev peyman gelek mijaran di ber çavan re derbas kiriye. Jê, çareserkirina dozen neteweyî û yên girêdayî pêkhateyên Sûriyeyê, hewl dide sûdê ji tecrubeyên ku Rêveberiya Xweser di salên borî de tê re derbas bûne, bigire."

Dîbo wiha lê zêde kir: "Di hevpeymanê de bendek heye ku derfetê dide guhertina hevpeymanê bi giştî, heke sûriyeyî li ser destûreke demokratîk li hev bikin."

′TIRKIYE DEREWÊN IDÎAYÊN XWE AŞKERA DIKE′

Rojnameya El Ereb der barê tevgerên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê de nûçeyek parve kir.

Rojnameyê diyar kir ku dewleta Tirk ji bo ku ji Sûriyeyê vekişe, şert danîne. Wan şertan îdiayên wê yên nerast ku ji bo parastina ewlehiya xwe ya neteweyî ji Kurdan li bakurê Sûriyeyê, aşkera kirin. Lê belê sedema sereke, hegemonyaya xwe li desthilata Sûriyeyê bi rêya alîgirên xwe, xurttir bike.

Wezîrê parastinê yê Tirk Yaşar Guler got ji bo ku welatê wî hêzên xwe ji bakurê Sûriyeyê bikişîne, divê oposîzyon bi hikumetê re li ser destûreke nû li hev bike û hilbijartin pêk werin.

 ‘BLOKÊN SUNNÎ NAMZETÊ XWE YÊ SEROKATIYA PARLAMENTOYÊ DIYAR NEKIR’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Şerq El Ewsat da zanîn ku ji nav 7 namzetên ji bo serokatiya parlamentoya Iraqê, yê herî bi şans serokê berê yê parlamentoyê û namzetê Hevbendiya Ezm Mehmûd El Meşhedanî ye. Ji ber ku blokên sunnî heta niha li ser namzetekî li hev nekiriye, tevî ku serokatiya parlamentoyê para Ereb-sunniyan e, lê belê wê pûsuleya xwe ji dest dide. Êdî nikare rê li pêşiya destwerdana hêzên siyasî yên din bigire, nemaze Çarçoveya Hemahengiyê ya şîe.

 ‘NAKOKIYÊN DI NAVBERA BIDEN Û NETANYAHU DE’

Tora El Hura cih da bandora şerê  Îsraîl û Hemasê li têkiliyên Washington û Til Avîvê. Rojnameyê ragihand ku serokê DYA′yê Jeo Biden roja duşemê îşaret bi wê yekê kir ku alozî di peywendiyên wî û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de heye. Her wiha hate diyarkirin ku Netanyahu di "helwesteke dijwar" de ye.

Li gorî rojnameyê, Biden gotiye “Îsraîl di rewşeke dijwar de ye û nakokiyên wî bi hin rêveberên Îsraîlî re hene.”