Mîhrîcana Rojava bi bernameya xwe ya cihêreng didome

Mîhrîcana Rojava di roja xwe ya 10`an de dewam kir, semînerên bi mijarên hunerî û neteweyî hatin dayîn, her wiha di bernameya îro de şevbuhêrk û filmek jî hebûn.

Mîhrîcana Rojava bi bernameya xwe ya cihêreng didome
Mîhrîcana Rojava bi bernameya xwe ya cihêreng didome
Mîhrîcana Rojava bi bernameya xwe ya cihêreng didome
Mîhrîcana Rojava bi bernameya xwe ya cihêreng didome
Mîhrîcana Rojava bi bernameya xwe ya cihêreng didome
Mîhrîcana Rojava bi bernameya xwe ya cihêreng didome
Mîhrîcana Rojava bi bernameya xwe ya cihêreng didome
24 kanûn, 2023   20:43
QAMIŞLO

Mîhrîcana 9′an a Rojava ya Çand û Hunerê ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi dirûşma “Em ê li ber serê her şehîdekî sirûekek azadiyê biçînin” tê lidarxistin, li navenda HRRK`ê ya li bajarê Qamişlo di roja xwe ya 10`an de didome.

Îro bi beşdarbûna endamên saziyên rewşenbîrî, nivîskar, helbestvan û rojnamevanan semînera bi sernavê `hişmendiya demê di xebatê hunerî de` ji aliyê Şêwekar Mûnîr Şêxî hat dayîn.

Mûnîr Şêxî diyar ku mafê mijara demê di karê hunerî de nehatiye dayîn, kesek ji gelek aliyan ve nîqaş nekiriye, karê hunerî tenê bi çav tê dîtin, di gerdûnê de di rastiya hebûna mirov de dema niha tune ye, dîmenek bîranîn dimîne. Karê hunerî karê bê deng e, wêne jî helbesteke bê deng e û helbest wêneyeke bideng e û wiha dom kir: “Dem di gerdûnê de girêdayî cih e dem bi cih ve tê girêdan. Ronahî bingeheke esasî ye ji bo dîtina xebatê hunerî ye. Dem di karê hunerî de tê sekinandin û zindî ye.”

Piştre ji aliyê nivîskar Ebdulbarî Ehmê semînera bi sernavê `xwendina rexnekirina di hişmendiya siyasî û neteweyî ya Kurdî de` hat dayîn. Ebdulbarî Ehmê destnîşan kir ku ji şoreş û serhildanên ji 1920′an heta niha ve, gelo meseleyên neteweyî çawa pê re serket û binketin? Gel tu carî bi kûrahî ser van serhildanan nefikirîne. Divê ew bizanin ku ew şoreş çi qasî bandor li hişmendiya neteweyî kiriye û Ehmê wiha dom kir: “Hişmendiya me ya neteweyî negihaye hêza xwegihaştinê, di gelek cihan de ew şoreş bi girêdana bi olê hatiye nirxandin. Rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarên Kurd sedema binketina wan serhildanan negotine, pêwîstî bi naskirina wan nakokiyan heye. Divê em hişmendiya xwe ya neteweyî ji ya çandî xurtir bikin.”

Dûre di şevbuhêrka `Êvara çemê çetelê` de helbest û çîrok ji aliyê Xemgîn Remo, Mahîn Şêxî, Ehmed Fewzî, Dilyar Osê, Ebdulqehar Silo, Adil Îbrahîm (li şûna wî Alan Ebdulah xwend) bi zimanê Kurdî hatin xwendin.

Beşdaran li filmê `Aso` bi derhêneriya Azad Evdikê temaşe kirin.

(sb)

ANHA