Lêkolerê Misirî: Pirsgirêkên neteweyî aloziyê kûrtir dikin û çareserî neteweya demokratîk e

Lêkolerê zanistên siyasî yê Misirî destnîşan kir ku zêdebûna neteweperestiyê li rastgirê ku Îsraîlê konrol dike û Hemasê çareseriya aloziyê asteng dike û diyar kir ku xalên neyênî yên dewleta neteweye ya ku Rêber Abdullah Ocalan berê şîrove kirine çareseriya pirsgirêka Filistînê û ya Kurdî û gelek aloziyên din ên herêmê asteng dikin.

Lêkolerê Misirî: Pirsgirêkên neteweyî aloziyê kûrtir dikin û çareserî neteweya demokratîk e
25 kanûn, 2023   05:35
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Şerê li Xezayê stresa li herêmê bi giştî zêde kir û bandor li gelek dosyayên herêmê bi taybetî dosyaya Sûriyeyê kir, nexasim ji ber sînorên hevbeş ên di navbera Sûriye û Îsraîlê de hene û hêzên herêmî ku di herdu dosyayan de xwedî rol in, hene.

Der barê bandora şerê Îsraîl û Hemasê de, profesor û lêkolerê zanistên siyasî yê Misirî Taha Ehmed destnîşan kir ku şerê Îsraîl û Hemasê bi awayekî zelal bandor li ser çareseriya siyasî ya Sûriyeyê kiriye, ji ber ku krêza Sûriyeyê ji berê de bi dosyayên herêmî û hêzên herêmî û navneteweyî ve girêdayî ye ku ew jî armanc dikin temenê krîzê dirêjtir bikin û got: "Dewletên wek Amerîka, Rûsya, Îran, Tirkiye, Erebistana Siûdî û Îmaratê her tim xwedî rol bûn û krîz kûrtir kir û di encama şerê berjewendiyan ê navbera van dewletan de Sûriye bû qada tesfiyekirina hesaban."

Ehmed wiha domand: "Hêzên di şerê Îsraîl û Hemasê de xwedî rol in, heman hêzên di krîza Sûriyeyê de xwedî rol in, wek Îran û Amerîka. Ji ber wê jî me dît çawa Îranê dest bi çalakkirina hêzên xwe yên li herêmê kir, ji ber wê jî hedefgirtina Hemasê hedefgirtina Îranê ye û pê re hedefgiftina Îranê hedefgirtina Sûriyeyê ye."

Ehmed diyar kir ku dozên herêmê wek krîza Sûriyeyê bi dan û standina di navbera hêzên mezin de girêdayî ne û got: "Tiştê ku li Xezayê rû dide berdewama aloziya li Rojhilata Navîn e. Êdî pêvajoya çareseriyê ya Sûriyeyê jî bi bûyerên li Îsraîlê ve girêdayî ye û tê pêşbînkirin ku ew pêvajo bê astengkirin, ji ber ku di encama gera niha ya di navbera Amerîka û dewletên rojavayî ji aliyekî de û Îran ji aliyekî din ve, dê rewşê aloztir bike û Îranê bixe tengavekê, ji ber wê jî Îran dê Sûriyeyê wek belgeya zextê li dijî rojava bi kar bîne û di encamê de asoyên çareseriyê li Sûriyeyê dûr dibin."

Der barê fikrê neteweya demokratîk ê çareserkirina pirsgirêka Filistînê de Ehmed destnîşan kir ku ev fikr li ser jiyana hevbeş û şopandina rêya demokrasiyê û biratiya gelan û olan û pirrengiyê hatiye avakirin.

Ehmed wiha pê de çû: "Ev pêşniyar ji bo çareserkirina dozên herêmê baş e, lê belê pêwîst e pêşî bingehên wî fikrî wek jiyana hevbeş û qebûlkirina aliyên din û nirxên demokratîk bên pêkanîn û got: "Girêdayî doza Filistînê fikrê jiyana hevbeş ê di navbera erebên Filistînê û cihûyên Îsraîlê de tiştekî zehmet e."

Ehmed diyar kir kur Hemas beşek ji mijara berxwedanê ye û fikrê wê dişopîne û îdeolojiyeke wiha li ba wê heye ku xak bi tevahî xaka ereban e û tu mafê Îsraîlê tê de tune ye û wiha domand: "Li aliyê din jî, Îsraîlî aliyê din bi carekê qebûl nakin û li gor wan xak a cihûyan e, her wiha desthilata li Îsraîlê jî li gor heman îdeolojiyê dimeşe."

Ehmed destnîşan kir ku li ba herdu aliyan gengaziya jiyana hevbeş tune ye û her aliyek ê din napejirîne û ev jî merca sereke ya pêkanîna fikrê neteweya demokratîk e.

Di dawiya axaftina xwe de got: "Pirsgirêk ne di neteweya demokratîk de ye, lê belê di aliyên li ser erdê de ye, ew hevdu napejirînin û sedem jî ew e ku fikrê neteweperestî serwer e, çi ya erebî çi ya cihû. Rêber Abdullah Ocalan jî berê xalên neyênî yên ku dewleta netewe yên ku çareseriya pirsgirêkên Filistînê û ya Kurdî û yên herêmê asteng dikin, şîrove kiribûn."

(mh)

ANHA