Balafirên Tirkiyeyê gundekî Dihokê bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Sikêrê yê girêdayî Amêdiyê yê Dihokê bombebaran kir.

Balafirên Tirkiyeyê gundekî Dihokê bombebaran kir
24 kanûn, 2023   20:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews′ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmê, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Sikêrê yê di rêzeçiyayên Metîna bi ser parêzgeha Amêdiyê ya girêdayî bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Der barê zirarên bombebaranê de tu agahî bi dest neketin.

(fr)