Mîhrîcana Helbestên Gelêrî bi dawî bû

Mîhrîcana Helbestên Gelêrî ku li bajarê Reqayê bi sernavê "Reseniya Cizîrê li ser qeraxên Firatê" bi stranan û xelatkirina hejmarek helbestvanan bi dawaî bû.

Mîhrîcana Helbestên Gelêrî bi dawî bû
Mîhrîcana Helbestên Gelêrî bi dawî bû
Mîhrîcana Helbestên Gelêrî bi dawî bû
Mîhrîcana Helbestên Gelêrî bi dawî bû
Mîhrîcana Helbestên Gelêrî bi dawî bû
Mîhrîcana Helbestên Gelêrî bi dawî bû
Mîhrîcana Helbestên Gelêrî bi dawî bû
Mîhrîcana Helbestên Gelêrî bi dawî bû
Mîhrîcana Helbestên Gelêrî bi dawî bû
2 kanûn, 2025   23:30
REQA

Çalakiyên roja 2ˊyemîn ên Mîhrîcana Helbestên Gelêrî li avahiya Desteya Çandê ya Reqayê bi beşdariya helbestvanên ji Reqa, Hesekê û Dêrazorê dest pê kir. Ev mîhrîcana 1ˊemîn e li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ye.

Di çalakiyên roja dawî de, hevserokên Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,  Desteya Çandê ya Kantona Reqayê, nûnerên Meclisa Gelan a Demokratîk a Reqayê, nûnerên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê, xelkê herêmê û eleqedarên wêjeyê amade bûn.

Di çalakiyê de helbestvan Mihemed El Ebdullah ê ji Dêrazorê, helbestvan Mehmûd El Ayid ê ji Reqayê, helbestvan Musena El Ebûd ê ji Iraqê, helbestvan Mistefa Sîno yê ji Dêrazorê  û helbestvan Îsa El Hatim ê ji Reqayê helbestên xwe xwendin, dûre hunermend Telal El Elî stran gotin. 

Paşê, ji bo bîranîna helbestvanê gelêrî yê Firatê Mehmûd El Zixêre sînevîzyonek li ser jiyana wî hat pêşkêşkirin.

Hevseroka Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serfrez Şerîf axivî û diyar kir ku helbesta gelêrî, bi hemû dilsozî, efewî û kûrahiya xwe, neynik û giyanê civakê ye, yek ji pirên herî girîng e ku nifşan bi dîrok, çand û zimanê wan ve girê dide. Ji ber vê yekê, Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîngiyê dide çalakiyên bi vî awayî.

Mîhrîcana bi xelatkirina helbestvanên beşdar ji aliyê Desteya Çand û Şûnwaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi dawî bû.

(ac/fr)

ANHA