Jinên ji Efrînê: Bi dagirkeriyê ewlehî nabe

Jinên koçber ên ji Efrînê diyar kir ku hêvîya vegerê li mal û warê wan hîn jî zindî ye, lê heta ewlehî çênebe veger nabe.

3 kanûn, 2025   08:58
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Bi hezaran kes û malbatên ji Efrînê, ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, hatine koçberkirin. Koçberên ji Efrînê nêrîn û daxwazên xwe bi ANHA’yê re parve kirin.

Roşen Mistefa ku salek e li Şehbayê koçber bûye, wiha dibêje: “Em her roj di dibistanan de bi zehmetî dijîn. Hîn jî di dilê me de hêviya vegerê zindî ye. Tenê divê peyama 10’ê Adarê di nêzîk de pêk were û koçber jî vegerin malên xwe.”

Roşenê di dewamê de jî diyar kir ku li Efrîn û Şehbayê hêj aramî tune ye û got: “Çeteyên dewleta Tirk dagirkeriyê berdewam dikin. Divê em mafên xwe biparêzin û bi hev re vegerin. Lê veger jî divê bi ewlehî be.”

Emîne Hesen jî wiha got: “Em gelek zehmetiyan dikişînin. Daxwaza me tenê vegera ewle ye.”

Fatmê Hemreşo destnîşan kir ku di rêya koçberiyê de gelek zehmetî hatin kişandin. Zarok, kal, pîr û jinên ducanî gelek êş kişandin û wiha got: "Em di dibistanan de gelek zehmetiyan dikişînin. Ev hemû zehmetî tenê ji bo vegera li Efrînê ye. Berxwedana me her wê bidome. Heya dagirkerî bi dawî nebe û ewlehî li Efrînê û Şehbayê neyê peydakirin em venagerin.”

ANHA