ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-12-2025
3 kanûn, 2025   02:00

Felsefeya ku Rêber Abdullah Ocalan bi pêş xist, di encama têkoşîna 52 salan de rêya hevkariya gelên cîhanê û têkoşîneke nû ya dîplomatîk, enternasyonal û çareseriyê vekir. 

Koçberên Efrîn û Şehbayê doza vegera ewle li warê xwe kir û got mafê wan e ku bi aştî û ewle bijîn. Koçberan bang li rêxistinên hiqûqî û hikumeta veguhêz û dewletên garantor kir ku ji bo garantiya vegerê bi lez destwerdanê bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarê Til Temir û gundewarên derdora wê nexwşiya laşmanyayê belav bûye. Nexweşxaneya Şehîd Zaw Seng rojane bi dehan nexweşan werdigire, li nexweşxaneyê dermanên ji bo dermankirina nexweşan kêm in. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Girkê Legê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got azadiya wî ya fîzîkî rêya ber bi çareseriyeke demokratîk a giştî ve ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedaran destnîşan kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê pêkanîna peymana 10`ê Adarê, ji ber zextên derve û tirsa pêkanîna nenavendîbûnê dereng dixe. Siaysetmedaran diyar kir ku peyman derfeteke mezin e ji bo çareseriyeke siyasî ya berfireh li Sûriyeyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Di meha Mijdarê de çeteyên DAIŞ`ê 22 caran êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encama êrişan de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû û şervanekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û sivîlek birîndar bûn. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Enerjiyê ya kantona Tebqayê, di çarçoveya hewlên başkirina rewşa kehrebê û enerjiyê de, xebatên xizmetguzarî li bajarê Meskenê û gundewarê rojavayê kantonê dan destpêkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Tirbespiyê der barê penaberiyê û xeteriyên wê li hola PYDˊê ya bajêr atolyeyekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Cotkaran a kantona Cizîrê li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya Rimêlanê kongreya xwe ya yekemîn li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê şanoyekê li dika Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê tê lidarxistin û li Parka Azadî ya Qamişloyê çalakiyek tê lidarxistin, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ji bo şîrovekirina rewşa siyasî û pêşdeçûnên li qada siyasî ya Sûriyeyê civîneke girseyî li dar dixe, 10.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSDˊê Şehîd Ziwêd Xelef El Ehmed li Pakrewangeha Şehîdên Şedadê vedişêre, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Komîna Şehîd Egîd Saroxan li taxa Cûdî ya Qamişloyê vedike, 15.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN