Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava 13`ê Mijdarê dest pê dike

Di 5`emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ku dê ji 13 ta 20`ê Mijdarê bidome de, 81 fîlm û 22 sanaroy beşdar bibin û tevlî pêşbirkê jî bibin. Di bernameya mîhrîcanê de 6 semîner û 2 kargeh jî dê werin lidarxistin.

11 mijdar, 2025   13:10
QAMIŞLO

Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5`emîn bi dirûşmeya “Çîrokên Hevpar, Sînemeya Azad“ bi tevlîbûna 81 fîlman û 22 sanaryoyên li ser asta Kurdistan, Sûriyeyê û Ewropayê 13`ê Mijdarê (2025) di salvegera 65`an a şewata sînemaya Amûdê de dest pê dike.

Mîhrîcan ji aliyê Komîna Rojava ya Fîlm a girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND) ve tê birêxsitinkirin. Duh bernameya mîhrîcanê hate aşkerekirin.

Mîhrîcan li Navenda TEV-ÇAND`ê û li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo yên li bajarê Qamişlo tê lidarxistin, bernameya pêşandan fîlman û lidarxistina semîneran di saetên cuda yên sibeh û êvarê de ne.

Li gorî agahiyên komîteya amadekar e 81 fîlm û 22 senaryoyên ku ji hêla komîteya amadekar ve hatine pejirandin beşdarî mîhrîcanê dibin. Ji wan 81`an, 8 navnetewî, 21 belgefîlm, 8 fîlmên Kurdî, 37 kurtefîlm û 7 fîlmên Sûriyeyî ne.

Li kêlek pêşandana fîlman dê 6 semîner û panel têkildarî rewşa sînamayê li cîhanê û Kurdistanê bên dayîn. Her wiha 2 perwerde (kargeh) yên girêdayî derheneriya dîmenê kamîrayê û derhêneriyê bên lidarxistin.

XELATKIRIN

Di roja dawî ya mîhrîcanê de (20`ê Mijdarê) dê 81 fîlm derbasî pêşbirkê bibin û li ser asta navneteweyî, belgefîlm, fîlmên Kurdî, kurtefîlm û fîlmên Sûriyeyî werin xelatkirin. Her wiha di beşa senaryoyê de dê xelatên filmên kurt û fîlmên dirêj bê dayîn.

Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava cara yekem di Mijdara 2016`an hatibû lidarxistin, a duyemîn di 13`ê Mijdara 2017 li Qamiloyê, ya 3`emîn di Mijdara 2018`an de li Kobanê û ya 4`emîn di 13`ê Mijdara 2019`an de li Qamişloyê pêk hat.

Wê mîhrîcana 5`emîn di sala 2022`an de pêk bihata, lê ji ber şert û mercên ewlekariyê pêk nehat.

(re-sb/k)

ANHA