Mihemed Şêxo bang dike: Eger bimînî sist û xav, ev tarîstan nabê hetav

Hunermendê navdar Mihemed Şêxo ku di temenekî ciwan de jiyana xwe ji dest da, ev 35 sal in bi awazên di civaka Kurde dijî. Di salvegera 35’an a koça dawî de dengê strana wî ya bi nave “Bê Xebat” olan dide.

Mihemed Şêxo bang dike: Eger bimînî sist û xav, ev tarîstan nabê hetav
Mihemed Şêxo bang dike: Eger bimînî sist û xav, ev tarîstan nabê hetav
9 adar, 2024   03:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Mihemed Şêxo yek ji hunermendên ku piştî koça dawî kiriye jî nav, stran û awazên wî her di nav dilê gel de cihê xwe girtiye û li ser zimanan daneketiye. Di sala 35’an a koça dawî de jî, Mihemed Şêxo bi awazên xwe yên evîndarî, welatparêzî û têkoşînê cihê xwe yê di nava civak û evîndarên xwe de diparêz e. 

Stranên ku Hunermend Mihemed Şêxo gotine li seranserî Kurdistanê û derveyî welat bi rêya radyo, televîzyon û înternetê hîn zindî ne û bangî hest û aqilê civakê dikin.

Strana hunermendê mezin a bi navê Bê Xebat îro jî viya nîşan dide:

Bê xebat û kar û bizav
Bê zanîn û rijîm û rav
Nabê xudanê heq û nav

Ayîn ji bo te kirne dav
Talan dikin pê xak û av
Her dijmin hêz û dirav

Eger bimînî sist û xav
Ev taristan nabê hetav
Peyda dibî jana zirav

Pêşkeve xorto gav bi gav
Bi xebite ji dil û hinav
Şarebaze û hebe sed çav

HUNERA JI ZAROKATIYÊ VE

Mihemed Şêxo li gundê Xecokê yê bajarê Qamişlo sala 1948`an çavên xwe li dinyayê vekirine. Qonaxa seretayî ya xwendinê li gund qedandiye, di heman salan de bi jenîna bilûra şivanan dest bi hunera xwe kiriye; li gel tembûrê biziq, bilûr, ûd, keman, akordiyon û gîtarê fêr bûye.

Sala 1965`an ji bo xwendina xwe bidomîne derbasî Qamişloyê dibe; li dibistanê tevli gelek şevbuhêrkên hunerî dibe û stranên bi zimanê Erebî jî dibêje.

JI LUBNAN HETA BEXDAYÊ STRANÊN KURDÎ

Di dawiya sala 1969’an de diçe paytexta Lubnanê Beyrudê û di sala 1972’yan de dibe endamê Hevgirtina Hunermendên Lubnanê. Li vir hunermendên Ereb ên wekî Feyrûz, Nesrî Şemsiddîn, Wedî' Elsafî û Asî Rehbanî nas dike. Li Beyrûdê 2 salan dersên muzîkê girtin û demekê di nava koma muzîkê ya bi navê Serkeft de cîh digire.

Di sala 1972’yan de vedigere Rojavayê Kurdistanê û û li bajaroka Rimêlan wekî karmand (memur) kar dike, lê di heman demê de serkêşiya koma muzîkê dike. Di van salan de Partiya Baas dixwaze tevlî pîrozbahiya wan bibe, lê ew qebûl nake û dest ji karmendiyê berdide. Bi çend hevalên xwe re komek mozîkê ava dike û tevlî şahî û pîrozbahiyên Newrozan dibe. Êdî hêdî hêdî navê Şêxo di nava gel de belav dibe.

ÇÛNA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Şêxo ji ber pêkutiyên rejîmê di dawiya sala 1972’yan de diçe başûrê Kurdistanê û ji wir jî diçe Bexdayê. Strana xwe ya yekemîn a bi nave “Baxçê Gula” li vir çêdike. Mihemed Şêxo piştre dîsa vedigere Qamişlo, lê rastî gelek pêkutiyên rejîmê tê û tê girtin. Di sala 1973’yan de cara duyemîn diçe Bexdayê, xebata xwe ya muzîkê didomîne. Li vir di serî de “Gewrê” zêdetirî 10 sitranan tomar dike.

Êdî dengê hunermend, di radyoya dengê Kurdistan, Bexda û Kirmanşanê de li çar perçeyên Kurdistanê dihat guhdarkirin. Di sala 1974’an de bi hunermendên kurd ên bi navûdeng Mehemed Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Şemal Saib, Tehsîn Taha, Bişar Zaxoyî têkiliyan datîne. Di van salan de (1975) bandorê ji serhildana kurdan a bi Başûr digire û çend stranan dibêje. 

ÇÛNA ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Piştî peymana Cezayîrê û têkçûna serhildana kurdan a Başûr, Şêxo jî diçe Rojhilatê Kurdistanê û pişti demeke li kampa penaberan, li Mahabatê bicîh dibe. Li vir zimanê farisî fêr dibe, lê xebatên xwe yên muzîk û welatparêziyê jî didomîne. Li Urmiye û Mahabatê li ser şopa Qazî Mehemed û Simko xebatan dimeşîne, lewre piştî 2 salan ji aliyê rejîma Îranê ve sirgunî parêzgeha Ostanê Mazenderan tê kirin.

Hunermend Şêxo ku di 1983’yan de vedigere Qamişlo, di sala 1987’an de, tomargehekê vedike, lê rejîm alavên wî hemû desteser dike, gelek caran wî digire û îşkence dike. Şêxo li Qamişlo li navendek hunerî zarok û xortan hînî muzîk û sitranan dike. Bi taybetî sitranên gelerî û sirûdên netewî û welatparêziyê fêr dike.

Şêxo di 9’ê Adara sala 1989’an de di 41 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Hunermendê ku di dilê Kurdistaniyan de cihê xwe çêkiriye, ji aliyê nêzî 70 hezar kesî oxirî bêdawîbûnê hat kirin.

BANDORA MIHEMED ŞÊXO LI SER MÛZÎKA KURDÎ

Mehemed Şêxo ku di heman demê ji bo doza kurdayetiyê jî têdikoşiya, zêdetirî 120 stran çêkirin û 14 kaset tomar kirin. Bi stran, stîl û awazên xwe bandorek mezin li mûzîka kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên kurd ve hatin şîrovekirin û gotin. Bi deng û awazên xwe, jiyan û hunera gelê kurd dewlemend kiriye. Berhemên wî li hemû parçeyên Kurdistanê hatin belavkirin. Ji stranên wî yên herî binav û deng çendek ev in: “Ay lê Gulê, Ay Gewrê, Sînem, Ey Felek/Kewê, Êmê, Dil Perîşanim, Nesrîn, Nalinêk, Bê Xebat”

Yek ji hunermendên ji hunera Şêxo bandor bûye jî Bengîn Adem (58) ê ji bajarê Dêrikê ye. Bengîn Adem niha li bajaroka Rimêlanê endamê Rêveberiya Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran e.

Bengîn Adem ku dengê wî hinekê dişibe yê Mihemed Şêxo, ji ciwantiya xwe ve stranên Şêxo jî dibêje. Bengîn Adem got :“Em dilopek in ji behra hunera Mihemed Şêxo, em ê bi xwe re zindî bikin. Rihê helbestê tîne ziman, dibe destane; rastiya nemirina stranên wî jî di vê taybetmendiyê de ye.”

DAXWAZA WÎ TÊ BICÎHANÎN

Hunermendê ku hesreta wî dîtina Kurdistanek azad bû, ev hesreta xwe bi van gotinan anîbû ziman:

Gava ez mirim gelî zindiya

Min neveşêrin weku hemiya

Gora min çêkin li bin siya çiya

Kêlên min çekin ji du keziyan

Hemî Adaran hûnê min şiyar kin

Da bikime şênî bo me hemiya

Ev gotinên hunermendê navdar, li ser kêlê gora wî jî hatine nivîsandin.

Bi şoreşê Rojavayê Kurdistanê re, hêviya hunermendê nemir Şêxo jiyanî dibe. Bi armanca xwedîderketina li berhemên wî û jiyandina bîranîna wî, li Qamişlo bi navê “Navenda Çand û Hunerê ya Mehemed Şêxo” navenda çandê hatiye vekirin û gavên girîng hatine avêtin.

Hunermendê navdar Mihemed Şêxo di salvegera 35’emîn a koça dawî wê sibe (9’ê Adarê) li ser gora xwe were bibîranîn.

(a)

ANHA