Li Hesekê gumanbarê guleyan hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn gumandarê li taxa Til Hecerê ya Hesekê gule avêtiye erebeyekê girt, çek û cebilxane desteser kirin.

Li Hesekê gumanbarê guleyan hat girtin
16 îlon, 2026   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (15 Îlon), li taxa Til Hecerê ya Hesekê, piştî nakokiya di nava hejmarek kesan de, gule li erebeyekê hat barandin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn gumandarek girt, çek û cebilxaneyên girêdayî bûyerê desteser kirin, di heman demê de hewldanên girtina kesekî dîtir didomin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê diyar kir ku dewriyeyên Hawarî bi hevrêziya Beşa Lêkolîna Tawanan û Tîma Lêkolîna Cihê Bûyerê re berê xwe da cihê bûyer, delîl kom kirin, di encamê de gumanbarek hat girtin û hewldana girtina kesekî din didome.

Fermandariyê diyar kir ku çek û cebilxaneyên girêdayî bûyerê; weke klaşînkovê, cercur û mîqdarek fîşek, hejmarek roket hatin destserkirin.

Li gorî daneyên destpêkê, piştî kesekî êrişî mala yekî kir bûyer pêk hat. Lêpirsînên aşkerakirina hûrgiliyê û diyarkirina berpirsan didomin.

Fermandariyê her wiha destnîşan kir ku li dijî her kesê îsbat bibe destê xwe di bûyerê de heye wê ji aliyên eleqedar re were rakirin û bang li welatiyan kir ku agahiyên nebelgekirî parve nekin û xwe bispêrin agahiyên li ser malperên fermî yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê tên parvekirin.

(f)