Depoyên Til Hemîsê dikevin xizmetê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê li ser jinûve sererastkirina depoyên navçeya Til Hemîsê dixebite da ku cotkar genimê xwe careke din depo bikin.

Depoyên Til Hemîsê dikevin xizmetê
9 adar, 2024   05:06
QAMIŞLO

Bi derbasbûna çeteyên ˊCebhet El Nusraˊ û qaşo ˊArtêşa Sûriya Azadˊ û piştre çeteyên DAIŞˊê di 2013ˊyan de li navçeya Til Hemîsê û gundewarên wê, çeteyan gendelî li binesazî û navendên xizmetguzariyê belav kirin û pêk anîn. Her wiha transên kehrebê û stasyonên avê dizîn.

Para depoyên Til Hemîsê ji dizîn mezin bû; her wiha tevahî alav hatin dizîn û talankirin, genimê hatibû depokirin hat dizîn. Di encamê de depo bi temamî ji xizmetî derketin. Ji wê dîrokê ve depo nehatine sererastkirin ku berhemên cotkaran werin wergirtin.

Ji ber pêwîstiya jinûve vegerandina depoyan li xizmetê, da ku cotkaran genimê xwe lê depo bikin, hevserokê Gerînendetiya Cotkariyê ya Til Hemîsê Yûsiv El Xelef axivî û wiha got: "Di 2013ˊyan de depoyên Til Hemîsê ji xizmetê derketin. Îro Şîrketa Pêxistina Çandiniyê jinûve depo kir xizmetê. Bi wê re bar li ser cotkaran navçeyê kêm kir û lêçûna kirêyên veguhastina genim ber bi depoyên kantona Cizîrê ve kêm kir."

Depo heta 100 hezar ton hildigirin û ji dema hatine damezrandin ve anku ji 2006ˊan ve bi giştî tijî genim nebûne. Li gorî El Xelef dema pêxistina depoyan û jinûve xistina xizmetê dê heta 5 meh din bin.

Dê Şîrketa Pêxistina Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tiştên li depoyan hatine telefkirin biguhere û parçeyên kehrebeyê bixe şûnê.

El Xelef diyar kir ku rola depoyên Til Hemîsê di dabînkirina êmê pezê herêmê de mezin e, di depoyan de beşa bêjingxistina genim heye û bermahiyên genim dibin êmê sewalan.

Navçeya Til Hemîsê di 25ˊê Sibata 2015ˊan de ji hêla YPJ û YPGˊê ve hat rizgarkirin.

(fr)

ANHA