Di êrîşa drona Rûsyayê de li Ukraynayê 5 kes mirin

Li Başûrê Ukrayna di encama êrîşa droneke Rûyayê  ya li ser minibûsekê de 5 kes hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn.

Di êrîşa drona Rûsyayê de li Ukraynayê 5 kes mirin
16 îlon, 2026   21:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê herêma Dinîpro-pitrovsk Olîksander Ganca li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal got:

"Di encama êrîşa Rûsyayê ya bi dronekê li ser minibûsekê li herêma Nîkopol de, 5 kes hatin kuştin û herî kêm 7 kesên din jî birîndar bûn."

Di wêneyên ku hin berpirsên Ukraynî belav kirin de, camên şikestî yên minibûseke biçûk ku li tenîşta wê xwîn diherike, xuya dike.