Şaredariyên Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê bi dawî kirin

Şaredariyên kantona Dêrazorê gelek projeyên xizmetguzariyê bi dawî kirin; torên ava vexwarinê guhartin, stasyonên avê hatin tamîrkirin.

9 adar, 2024   02:38
DÊRAZOR
ELÎ EREB

Ji bo pêkanîna encamnameya kongreya ˊXurtkirina Ewlehî û Îstîqrarêˊ ku li Dêrazorê hatibû lidarxistin, şaredariya kantona Dêrazorê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêveberiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gelek projeyên xizmetguzariyê dan destpêkirin, ji wan projeyan firehkirina torên ava vexwarinê li gundewarên rojavayê Dêrazorê bû.

Desteya Rêvegberiya Herêmî û Şaredariyan xeta avê li herêma Şeqra ya li gundewarên rojavayê Dêrazorê bi dirêjahiay 250 metre, êşkêla 6 inchan danî. Ew xet avê dide 6 hezar şêniyên herêmê.

Xeta avê ya li gundê Hewayic Ziyab bi dirêjahiya 3 hezar metre û êşkêla 4 inchan û avê dide 4 hezar şêniyan, xeta avê ya li gundê Hewayic Bomesa bi dirêjahiya hezar û 500 metre û êşkêla 6 inchan û avê dide 3 hezar şênî, xeta avê ya li gundê Zixêr bi dirêjahiya 2 hezar û 250 metre û êşkêla 10 inchan û avê dide 6 hezar welatiyan hatin guhartin.

Desteyê xetên serek yên stasyona avê ya bajarokê Kîsra bi êşkêla 10 incan guhart û avê dide 15 hezar şêniyan. Her wiha xeta avê ya li gundê Hemar Kîsra bi dirêjahiya hezar û 600 metre û êşkêla 10 inchan û avê dide 5 hezar şêniyan, xeta avê ya li herêma Bo Şemis bi dirêjahiya hezar û 400 metre û êşkêla 4 inchan û avê dide 4 hezar şêniyan, xeta avê ya li Cizre El Mîlac bi dirêjahiya 440 metre û êşkêla 4 inchan û avê dide 4 hezar şêniyan û xeta avê ya li Cizre Bo Hemîd bi dirêjahiya hezar û 800 metre û bi êşkêla 6 inchan û avê dide 4 hezar şêniyan hatin danîn.

Li kêlek danîn xetên avê, desteyê gelek stasyonên avê li gundewarên rojavayê Dêrazorê tamîrkirin; j iwan stasyona avê El Keber, stasyona avê ya bajarokê Sewe, stasyona avê ya Cizre El Mîlac û stasyona avê ya Kîsra.

Der barê mijarê de, hevserokê Nivîsgeha Xizmetguzarî ya Meclisa Herêma Rojava Wehab El Beşar axivî û got: "Di nava bendên kongreya Xurtkirina Ewlehî û Îstîqrarê de divê xebat li ser başkirina rewşa xizmetguzarî bê kirin. Bi wê re Desteya Şaredarî û Xizmetguzariyan bi hemû enerjiya xwe hewl dide rewşa xizmetguzarî li herêmê baş bike ku jiyana aborî û civakî ya welatiyan were xurtkirin."

El Beşar wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî û xizmetkirina xelkê me em di pêkanîna projeyan de dewam dikin."

(fr)

ANHA