Helbestvan: Biryara der barê zimanê kurdî de vegera li serdema Baasê ye

Helbestvanan biryara Wezareta Perwerdeyê ya der barê bi zimanê kurdî de red kir û got biryar vegera li serdema rejîma Baasê û yekkrengiyê ye.

Helbestvan: Biryara der barê zimanê kurdî de vegera li serdema Baasê ye
Helbestvan: Biryara der barê zimanê kurdî de vegera li serdema Baasê ye
Helbestvan: Biryara der barê zimanê kurdî de vegera li serdema Baasê ye
Helbestvan: Biryara der barê zimanê kurdî de vegera li serdema Baasê ye
Helbestvan: Biryara der barê zimanê kurdî de vegera li serdema Baasê ye
Helbestvan: Biryara der barê zimanê kurdî de vegera li serdema Baasê ye
Helbestvan: Biryara der barê zimanê kurdî de vegera li serdema Baasê ye
15 îlon, 2026   03:39
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Bertekên li hember biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a der barê perwerdeya bi zimanê kurdî de ku di hefteyekê de 3 saetan tenê be û destnîşankirina zimanê kurdî wek zimanekî vebijêrkî li dibistanan, dewam dikin. Der barê mijarê de hejmarek helbestvanên ji Qamişloyê ji ajansa me re axivîn.

SELWA SEÎD SILÊMAN: ZIMANÊ ME HEBÛNA ME YE

Mamosteya ziman kurdî û endama Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê helbestvan Selwa Seîd Silêman anî ziman ku divê her Kurdek bi zimanê dayikê biaxive û binivîse.

Selwa Silêman îşaret pê kir ku herêm di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe, divê rewş were şîrovekirin û fêmkirin û daxwaza mafan û zimanê kurdî were kirin. Selwayê got: "Zimanê me hebûna me û mafekî me yê xwezayî ye. Divê ev maf di destûrê de were naskirin."

Selwayê di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku gelê Kurd bi hezaran salan e li ser vê axê dijî, şerm e zimanê wî di destûrê de neyê naskirin, bi taybet piştî Şoreşa Rojava û vekirina dibistan û zanîngehên bi zimanê kurdî.

Selwa Silêman xwest zimanê kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de were mîsogerkirin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Nabe vegerin nuqteya sifirê û hînî zimanê erebî bibin. Divê perwerde bi kurdî be. Gel biryara ku zimanê kurdî bibe zimanê bijarde, bi taybetî metaryalên zanistî wekî bîrkarî, fîzya û zanistî qebûl nake. Divê tevahî mertaryal bi zimanê kurdî bin, ji ber ku ev mafekî bingehîn ê gelê Kurd e."

MIHEMED EBDÎ: MIROVÊN BÊZIMAN BÊ HAFIZE NE

Helbestvan Mihemed Ebdo jî diyar kir di jiyana mirovan de ziman mafekî bingehîn e, mirovên bêziman bê hafize ne, hafîze jî dîrok û hebûna gel e.

Mihemed Ebdo destnîşan kir ku di Quranê de teqezî li ser pirrengiya zimanî hatiye kirin û pirrengiya zimanan amûra jiyana hevbeş a di navbera neteweyan de ye.

Ebdo bi bîr xist ku dîroka zimên vedigere zêdetirî 12 hezar salan û gelê Kurd tevî dagirkerî û hewldanên helandinê zimanê xwe heya roja îro parastiye.

Ebdo di dewama axaftina xwe de da zanîn ku dayik, helbestvan û wêjevan wekî Ehmedê Xanê û Feqê Teyranê û bi sedan kesên mîna wan zimanê kurdî parast, bedelên ku şehîdan ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve ji Efrînê heya Dêrikê dane, hişt ku şoreş bi şoreşa ziman were naskirin û bi pêş bikeve.

‘KA SOZÊN PARASTINA MAFÊN ÇANDÎ Û SIYASÎ YÊN GELÊ KURD?’

Ebdo bi domdarî got, xwendekarên Kurd di dirêjahiya van salan de bi zimanê xwe hîn bûn, ev jî derfetek dîrokî bû ku zimanê kurdî piştî hewldanên helandin ber bi asteke pêş ta vekirina zanîngehên bi zimanê kurdî ve bir, di encamê de bi sedan rewşenbîr bi zimanê xwe li ser êşa û xweşiya gelê xwe û dîrok û mafê gel nivîsandin.

Ebdo îşaret bi rewşa nû ya sûriyeyê, pêvajoya entegrasyonê û sozên parastina mafên çandî û siyasî yên gelê Kurd kir û ev li goitnên xwe zêde kir: "Biryara 13‘an a naskirina zimanê kurdî gavek e, lê têrê nake. Divê maf di destûrê de fermî werin naskirin."

Mihemed Ebdo got biryara wezareta perwerdeyê hêviyan bi cih nayîne, nemaze piştî ku bi hezaran mamoste û xwendekar di salên dawîn de derçûn. Her wiha destnîşan kir ku biyar cihê şermezariyê ye, ji ber ku welat vedigerîne yekrengî mîna beriya şoreşa Sûriyeyê.

Ebdo diyar kir ku rejîma Baasê mafên pêkhateyên Sûriyeyê li ber çavan nedigirtin, ev jî sedemeke şoreşê ye, biryara heyî jî mafên gelê Kurd naparêze û Sûriyeyê careke din ber bi yekrengiyê ve dibe.

Mihemed Ebdo destnîşan kir ku zimanê kurdî zimanekî dewlemend e û dikare warên wêjeyî û zanistî bigire nav xwe. Ebdo bang li hikumeta veguhêz kir û got: "Zimanê kurdî di gelek saziyên Sûriyeyê de qebûl bike da ku em wekî gelê Kurd hîs bikin ku em beşeke dewleta nû ya Sûriyeyê ne."

Helbestvan Mihemed Ebdo xwest biryara Wezareta Perwerdeyê li ber çavan were girtin û perwerde bi kurdî be.

(bb)

ANHA