UNDOF bi xelkê Seyda yê Colanê re sînordarkirina ketina Îsraîlê nîqaş kir

Şandeke UNDOF’ê bi xelkê gundê Seyda yê Colanê re der barê daxwazên ji bo sînordarkirina ketinên Îsraîlê, zêdekirina dewriyeyan û hêsankirina gihîştina cotkaran bo zeviyên xwe yên ji bo berhevkirina zeytûnan de gotûbêj kir.

UNDOF bi xelkê Seyda yê Colanê re sînordarkirina ketina Îsraîlê nîqaş kir
16 îlon, 2026   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro(çarşem) şandeyeke Hêza Çavdêriya Veqetandinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDOF) bi şênî û cotkarên gundê Seyda yê Colanê yê başûrê Quneytîrayê re civiya. 

Di civînê de mekanîzmayên hêsankirina gihîştina cotkaran bo zeviyên wan ên nêzîkî xeta veqetandinê û dabînkirina derfeta berhevkirina zeytûnan ligel nêzîkbûna demsalê, hatin nîqaşkirin. Şandeyê da zanîn ku ew ê îhtîmala derxistina kartên nasnameyê yên taybet ji bo cotkaran binirxînin, mîna wan kartên ku berê li bajarokê El Refîd hatibûn derxistin.

Ev tevger di demekê de pêk tên ku aloziya li başûrê Sûriyeyê berdewam e.  Duh taxên şêniyên gundê Maeriyê yê rojavayê Derayê rastî gulebarana dijwar a çekên giran ji aliyê nuqteyên Îsraîlê yên li kampa leşkerî ya El Cizîrê hatin. Vê yekê hişt ku dewriyeyeke UNDOF’ê ji bo şopandin û nirxandina rewşê biçe herêmê.

Di 1’ê Îlonê de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandibû ku dewriyeyeke UNDOF’ê ketiye gundê Cumle yê herêma Hawiza Yermûkê ya rojavayê Derayê. Ev tevger ligel ketin û manevrayên leşkerî yên berdewam ên Îsraîlê li parêzgehên Dera û Quneytîrayê pêk tên û ev yek di demekê de ye ku şêniyên herêmî daxwaza bihêzkirina hebûna UNDOF’ê û zêdekirina dewriyeyan li deverên nêzîkî xeta veqetandinê dikin.

(f)