Mihemed Mustefa ji bo avakirina hikumeta Filistînê hat erkdarkirin

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas şêwirmendê aborî Mihemed Mustefa ji bo avakirina hikumeta 19'emîn li şûna Mihemed Eştiyê yê ku berî 20 rojan îstîfa kiribû, erkdar kir.

 Mihemed Mustefa ji bo avakirina hikumeta Filistînê hat erkdarkirin
14 adar, 2024   23:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyeke Filistînê ji ajansa nûçeyan a El Alem El Erebî re da zanîn ku piştî serokwezîrê îstîfabûyî Mihemed Eştiye, Mihemed Mustefa nameya avakirina hikumeta "teknokrat" wergirt.

Di peyamê de hat diyarkirin ku erkên sereke yên hikumetê ev in; rêvebirin, xurtkirin û organîzekirina xebatên alîkariyê li Xezayê, veguhastina lezgîn ji alîkariya mirovî ji bo vejandina aborî û organîzekirina dosyeya jinûve avakirinê.

Her wiha Mehmûd Ebas ji serokwezîrê nû xwest ku planan ji bo yekkirina saziyên parêzgehên Filistînê deyne.

Her wiha ku ew ji bo çêkirina hilbijartinên qanûnasî û seroketiyê li parêzgehên bakur di serî de Qudis û parêzgehên başûr di nêztirîn dem de, tedbîran bigire.

Çavkaniyeke ji seroketiya Filistînê nêzik e diyar kir ku Ebas dê Mustefa ji bo avakirina hikumetekê ji pispor û akademîsyenan erkdar bike û divê armanca wê hikumetê jî rizgarkirina Filistînê be û hemû dosyeyên Filistînê yên Xezayê bi rê ve bibe, di serî de dosyeya jinûve avakirinê piştî bidawîbûna şerê li Xezayê.

(mh)