Nûnera MSD'ê kedên sûriyeyiyan di paneleke li Washingtonê de silav kir

Nûnera MSD'ê ya Washingtonê li ser kedên Kurdan ên bi hemû pêkhateyên Sûriyeyê re di avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û rola wan di rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞˊê de silav kir.

Nûnera MSD'ê kedên sûriyeyiyan di paneleke li Washingtonê de silav kir
14 adar, 2024   23:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çandan a Zanîngeha George Town a Amerîkayê ya Washingtonê panelek li ser Kurdên li Iraq, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê li dar xist. Di panelê de nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Sînem Mihemed Kurdên li Sûriyeyê temsîl kir.

Ji bo nûnertiya hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê Terîfe Ezîz, nûnertiya Kurdên li Tirkiyeyê rêveberê peymangeha Aştiya Kurdî ev e Giran Özcan û nûnertiya Kurdên li Îranê Ara beşdar bûn. Her wiha xwendekarên zanîngehê û kesên ku dixwazin li ser Kurdan nas bikin beşdar bûn.

Di panelê de derfet ji bo nîqaşê hat vekirin. Di panelê de nûnera MSD'ê Sînem Mihemed li ser Kurdên li Sûriyeyê di aliyê erdnîgarî de û rewşa wan berî û piştî krîza Sûriyeyê axivî.

Sînem Mihemed kedên Kurdan bi hemû pêkhateyên Sûriyeyê re ji bo avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhihilatê Sûriyeyê û rola wan di rizgarkirina deverên Sûriyeyê ji DAIŞ'ê de, silav kir.

Sînem Mihemed zehmetiyên aborî û ewlekarî yên li herêmê anîn ziman.

Her wiha Sînem Mihemed li ser projeya Rêveberiya Xweser û nêrîna MSD'ê di çareserkirina krîza Sûriyeyê de şîrove kir û teqezî bi girîngiya parastina mafên Kurdan û tevahî pêkhateyên din di destûra Sûriyeya pêşerojê de, da.

Beşdaran jî li ser rewşa Kurdan li 4 parçeyên Kurdistanê axivîn û teqezî bi girîngiya xurtkirina hevkariyê ji bo derbaskirina zehmetiyên li pêşiya tevahê Kurdan, da.

(mh)