Mehmûd Ebas: Divê Hemas dîlgirtiyan berde û dest ji kontrolkirina Xezayê berde

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas bang li tevgera Hemasê kir ku ji bo rawestandina rijandina xwînê li Xezayê divê Hemas dîlgirtiyan berde û dest ji kontrolkirina Xezayê berde.

Mehmûd Ebas: Divê Hemas dîlgirtiyan berde û dest ji kontrolkirina Xezayê berde
1 hezîran, 2025   23:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas di peywendiyekê de bi Komîteya Wezaratê ya Erebî ya Îslamî re got, "Divê Hemas dest ji kontrolkirina Xezayê ya ku wê di 2007'an de di encama derbeya li dijî rewatiya Filistînê de bi dest xistiye, berde. Divê ev derbe bi dawî bibe û bandorên wê yên nerênî yên ku zirar gihandiye pirsgirêka Filistînê bi dawî bibin."

Ebas got, ji bo rawestandina rijandina xwîna Filistînê divê dîlgirtî werin berdan û radestkirin. Her wiha bedel çi dibe bila bibe jî divê agirbest were pêkanîn, rê li ber alîkariyên mirovî were vekirin û Filistîn xwedî li erkên xwe yên sivîl û ewlehî yên li Xezayê derkeve.

Ebas diyar kir ku pêwîst e Hemas li gorî pîvanên yek dewlet, yek qanûn û yek çeka rewa, yên Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê tev bigere û ger xwest bibe endamê koma siyasî ya rêxistinê, bêyî şertên li jor ew nayê qebûlkirin.

Ebas aşkera kir ku ew amade ne berpirsiyariyên xwe yekser bi hevkarên xwe yên Ereb û aliyên navneteweyî yên eleqedar re rakin, ji ber ku aştî û ewlehiya Xezayê girîng e.

Ebas got ku divê hikumeta Îsraîlê jî qeydên li ser pereyên Filistînê yên ku nêzî 2 mîlyar dolarî ne, rake.

(mh/fr)