Hûsiyan 4 caran êrişî Îsraîlê kir

Tevgera El Hûsî ya Yemenê ragihand ku wê bi 3 balafirên bêmirov û mûşekeke balîstî êrişî Îsraîlê kir.

Hûsiyan 4 caran êrişî Îsraîlê kir
2 hezîran, 2025   00:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera El Hûsî  ya Yemenê ragihand ku wan bi 3 balafirên bêmirov û mûşekeke balîstî Îsraîl kir armanc.

Li gorî daxuyaniyên berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Seri ku li ser malperên tevgerê hatine parvekirin,  êrişa yekê bi mûşeka balîstî li dijî balafirgeha Bin Goryon a herêma Yafa hat pêkanîn. Hûsiyan diyar kir ku armanca êrişê pêk hat û bi mîlyonan kes ber bi wargehan ve reviyan.

Li gorî daxuyaniyê, 3 êrişên din bi 3 balafirên bêmirov li dijî herêmên Yafa Esdûd û Um Reşraş ên Îsraîlê yên li Filistinê hatin kirin.

Li hemberî wê, artêşa Îsraîlê diyar kir ku wê pêşî li mûşekeke ku ji Yemenê hatibû avêtin, girt û ew têk bir.

Girêdayî wê, ji ber hedefgirtina herêma Til Avîvê ji aliyê Hûsiyan ve gelek şîrketên balafiran ên navneteweyî geştên xwe yên ji bo balafirgeha Bin Goryon rawestandin, nexasim piştî ku Hûsiyan gef xwear ku êrişên xwe li dijî balafirgehê bidomîne.

Ji Mijdara 2023'yan ve Hûsî bi bihaneya piştgiriya Xezayê bênavber Îsraîlê dikin armanc. Li hemberî wê jî Îsraîlê 9 rêzeêriş ji Tîrmeha 2024’an ve li dijî kargeh û binesaziya Hûsiyan pêk anîn.

(mh/fr)