Îraqcî sibe li Misirê ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqcî sibe serdana Misirê dike.

Îraqcî sibe li Misirê ye
1 hezîran, 2025   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de destnîşan kir ku armanca serdana Ebas Îraqcî ew e ku, têkiliyên dualî, şêwirên li ser pêşdeçûnên dawî yên li herêmê, bi taybet pêşdeçûnên li Filistînê û şêwirên der barê geşedenên navneteweyî de werin nîqaşkirin.

Girêdayî mijarê, serokê Nivîsgeha Berjewendiyên Îranê li Misirê Mihemed Hisên Sultanî Ferd da zanîn ku serdana Îraqcî ji Misirê re, berdewamkirina gerên wî yên herêmî yên di hefteyên dawîn de ye. Her wiha Sultanî Ferd destnîşan kir ku di vê dawiyê de Îraqcî serdana Siûdî, Qeter, Îmaratê kiribû.

Sultanî Ferd anî ziman ku wê Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Misirê bike. ji ber ku Misir dewleteke xwedî şaristanî, dîrok û li herêma Ereban bandorker e, her wiha navenda Komkara Dewletên Ereban e. Ev serdana di çarçoveya vexwendineke fermî ji wezîrê Karên Derve yê Misirê Bedir Ebdulatî de pêk tê.

Sultanî Ferd diyar kir ku wê Îraqcî bi hempîşeyê xwe yê Misirî, serokê Misirê Ebdulfetah El Sîsî, rayedarên Misirê û Îraniyên li Misirê re bicive.

Sutlanî Ferd got wê Îraqcî li Misirê bi rayedarên Misirê re, pêşdeçûn û krîzên herêmî, dozên xwedî girîngiyên hevbeş weke Sûdan, Lîbya, Sûriye, Lubnan û Xeza, têkiliyên dualî yên Tehran û Qahîreyê nîqaş bikin.

(ac/fr)

ANHA