Medyaya Erebî bandorên şerê Amerîka-Îranê û Civîna Bilind a Trump-Xi şopand

Medyaya Erebî li ser bandorên şerê Amerîka-Îranê li ser ewlehiya enerjiyê û aramiya herêmê, her wiha civîna bilind a di navbera Trump û Xi de nivîsîn.

Medyaya Erebî bandorên şerê Amerîka-Îranê û Civîna Bilind a Trump-Xi şopand
23 îlon, 2026   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî îro şerê Amerîka-Îranê û bandorên wê yên herêmî, digel civîna bilind a di navbera Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump û hevtayê wî yê Çînî, Xi Jinping de, şopand.

ŞERÊ AMERÎKA-ÎRANÊ Û BANDORÊN WÊ YÊN HERÊMÎ Û ENERJIYÊ

Di rojnameya El Şerq El Ewsat de, gotarek bi sernavê "Kîjan Bi Hêztir e... Erebistana Siûdî an Îran?" li ser cûdahiyên di navbera modelên hêzê yên Siûdî û Îranê de nirxnd. gotarê hêza aborî ya Erebistana Siûdî bi hêza leşkerî û bandora herêmî ya Îranê ve girêda.

Nivîskarê gotarê diyar kir ku Erebistana Siûdî "bi giranî li hêza aborî û dewletê veberhênanê dike", lê Îran, li gorî argumana wî, xwe dispêre "hêza leşkerî û bandora derve".

Di heman rojnameyê de, gotareke din bi navê "Li ser Çareserkirina Nehevsengiyan li Çar Astan" li ser bandorên krîzên navneteweyî û aborî d nîqaş kir.

Gotarên din ên di heman hejmarê de li ser bandorên şer û pirsgirêkên navneteweyî yên têkildar gotûbêj kir.

Her wiha rojnameyê gotarek bi navê "Ma Dawiya Neteweyên Yekbûyî ye?" weşand ku civînên Civata Giştî bi pergala navneteweyî ve girêda û rola Amerîkayê di rêvebirina rewşa cîhanî de destnîşan kir.

Rojnameya El Quds her wiha gotareke şîroveyê bi navê "Axaftina Trump a li Neteweyên Yekbûyî: Gefên Nû li ser Tehranê û Peyamên Hilbijartinê ji bo Hundir" weşand ku li ser pêşketinên di şer û rêyên deryayî de axivî.

Di gotarê de hat destnîşankirin ku axaftina Trump Tehranê xist nav  du bijarteyan, yan danûstandin an jî zextên zêde.

CIVÎNA TRUMP-XI Û SIBEROJA PÊŞBAZIYA DYA-ÇÎNÊ

Rojnameya El Şerq El Ewsat gotarek bi sernavê "Trump-Xi... Civîna Nexşerêyên Cîhanê" weşand, ku tê de nivîskar diyar kir ku ev lûtke di nav nakokiyên berfireh de li ser şeklê rêziknameya navneteweyî pêk tê.

Gotarê 4 rêyên sereke ji bo nîqaşê destnîşan kir: aborî û rêyên bazirganiyê; teknoloji, jîriya çêkir,  rewşa siyasî li herêma Hind-Pasîfîk û Taywanê û pirsgirêkên navneteweyî, Rojhilata Navîn û Îran.

Rojnameya El Nehar dosyayek taybet bi sernavê "Civîna DYA-Xi-Trump" veqetand, ku çend gotarên şîroveyê di nav de hebûn, di nav wan de: "Ji Tengava Hurmuzê heta Tkonliyê: Xalên Sereke yên Nakokiyê di navbera Washington û Pekînê de çi ne?", "Trump an Xi... Kî ji Pozîsyonek Xurttir Têkeve Civîna Bilind?" û "Taywan di navbera Trump û Xi de... Peymana Çekan Agirbesta Nakokî Tehdît Dike."

(k)

ANHA