Rûsya kontrolkirina du bajarokên Ukraynayê ragihand

Wezareta Parastinê ya Rûsyaya ragihand ku wan bajarokên Zaporizhzhia û Kharkivê yên Ukraynayê kontrol kirine û di 24 saetên dawîn de hezar û 25 dron xistine xwarê.

Rûsya kontrolkirina du bajarokên Ukraynayê ragihand
14 îlon, 2026   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku wan bajarokên Novoandrivkayê yê herêma Zaporizhzhia û Shyrokoye yê herêma Kharkiv ên Ukraynayê kontrol kirine.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, hêzên Rûsyayê li 142 deveran cihên lojîstîkî û tesîsên binesaziya leşkerî yên Ukraynayê kirin hedef, di heman demê de hêzên Flota Deryaya Reş keştiyek bê mirov a  Ukraynayê têk bir.

Li gorî wezaretê,  pergalên parastina hewayî di 24 saetên dawîn de du mûşekên neptûnê û hezar û 25 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

(bb)