Bandorên şer li ser Îran û Tengava Hurmuzê di medyaya Erebî de

Medyaya Erebî îro li ser bandorên şer li ser Kendavê, Tengava Hurmuzê û bazarên enerjiyê, her wiha bilindbûna rastgirên tundrew li Ewropayê, nivîsî.

Bandorên şer li ser Îran û Tengava Hurmuzê di medyaya Erebî de
16 îlon, 2026   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî îro li ser şerê Amerîka-Îranê û bandorên wê yên herêmî, bi giranî li ser Tengava Hurmuz, enerjî û ewlehiya Kendavê, her weha bilindbûna rastgirên tundrew li Ewropayê, nivîsî.

Di vê çarçoveyê de, rojnameya Arabiya Independet gotarek bi sernavê "Xetereya Ewlekariya Herêmî li Beramberî Kaosa Îranê" weşand, tê de behsa bandora şer li ser têkiliya Îranê bi welatên Kendavê û rêkeftinên ewlehiya herêmî kir. Di gotarê de hate diyarkirin ku bandorên şer pirsên li ser siberoja têkiliyên di navbera Tehran û paytextên Kendavê û Ereban de derxistine holê.

Her wiha hate pêşniyarkirin ku paşxistina civînên plankirî yên di navbera Îran û welatên Kendavê de dijwarbûna ji nû ve sazkirina têkiliyan piştî pêşketinên leşkerî nîşan dide.

Di El Şerq El Ewset de, gotarek bi sernavê "Yemen... Rûbirûbûnek ji bo Vegerandina Dewletê" şerê Amerîka û Îranê bi pêşketinên li Yemen û Tengava Hurmuzê ve girêda û destnîşan kir ku şer "tevî hewldanên navbeynkaran, neketiye rêya kêmkirina aloziyê" û Tehran û Washington li ser eniya Tengava Hurmuzê gefan li hevdu dixwin.

Rojnameyê her wiha gotarek bi sernavê "Axaftvan: Îran Mesrefa Şer Ji Mesrefa Aştiyê Kêmtir Dibîne" weşand, ku tê de nîqaşên li Civîna Medyaya Erebî ya derbarê bandorên şer li ser Kendavê de hatin kirin, hate vegotin.

Rojnameyê li ser zimanê lêkolîner Mihemed El Oraîmî diyar kir ku "Baweriya Kendavê bi rejîma Îranê tune bûye", di heman demê de destnîşan kir ku Pasdarên Şoreşê bawer dikin ku mesrefa şer ji mesrefa aştiyê kêmtir e.

BILINDBÛNA RASTGIRÊN TUNDREW LI EWROPAYÊ

Li aliyekî din, "gurbûna tevgerên rastgirên tundrew û populîst li Ewropayê" jî îro mijarek nîqaşê bû. Rojnameya El Xelîc gotarek bi sernavê "Çima Gurbûna Rastgirên tundrew?" weşand. ku behsa serkeftina partiya Alternatîf ji bo Almanya (AfD) di hilbijartinên herêmî de kir û wê bi kêmbûna baweriya bi partiyên kevneşopî û hikûmetên hilbijartî ve girêda.

Gotarê diyar kir ku beşek ji dengên ji bo rastgirên tundrew "dengek protestoyê li dijî nêzîkatiya hikûmetê û nekarîna wê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan" bû, ku nîşan dide ku kêmbûna baweriya bi elîtên siyasî, digel şert û mercên aborî û civakî û rola medyaya civakî, bûye sedema mezinbûna populerbûna tevgerên populîst.

(k)

ANHA