Medya Midewer: Heke pêşî li dewleta Tirk neyê girtin dê karaseteke mezin çêbe

Rêvebera Meclisa Jinan Medya Midewer diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û DAIŞˈê zindî bike. Medyayê hişyarî got heke civata navneteweyî li ber planên dewleta Tirk negire dê bobelateke mezin çêbe.

Medya Midewer: Heke pêşî li dewleta Tirk neyê girtin dê karaseteke mezin çêbe
8 kanûn, 2024   03:10
REQA
DÎMA MIHEMED

Rêvebera Komîteya Ragihandinê ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya Kantona Reqayê Medya Midewer geşedanên li Sûriyeyê, êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û rêbazên çareseriyê, ji ANHAˈyê re nirxandin.

Medya Midewer diyar kir ku meclis geşedan û bûyerên bilez ên li Sûriyeyê yên rû didin, bi taybetî piştî êrişên domdar ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarê Helebê û hewldanên wan ên zêdekirina nuqteyên xwe li Idlib û gundewarên Hemayê, ji nêzîk ve dişopîne.

Medya Midewer destnîşan kir ku êriş û zêdegaviyên çeteyan li Sûriyeyê metirsî û fikaran çêdikin ku êşa zêdetirî 12 salan a sûriyeyan a ji ber aloziya Sûriyeyê û encamên wê nû bike.

Der barê hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyeyê de Medya Midewer got: “Me gelek caran bangewazî kir ku biryara NY’yê ya 2254ˈan were aktîfkirin. Lê hin aliyên sûriyeyî qebûl nakin ku ev biryar were pêkanîn û naxwazin aloziya Sûriyeyê bi awayekî siyasî were çareserkirin.”

Medya Midewer di dewama axaftina xwe de bi van gotinan bal kişand ser armancên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyeyê: “Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser Sûriyeyê hewl dide sînorê Mîsaqî Millî pêk bîne. Di vê çarçoveyê de Heleb û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk timî di hedefa wê de be. Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li bajarê Til Rifet û Şehbayê yên ku bi hezaran koçberên li Efrîna dagirkirî lê diman, dîsa qutkirina korîdorên mirovî, armancên dewleta Tirk ên dagirkirin, têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên siyasî radixe ber çavan.”

Medya Midewer îşaret bi rîska çeteyên DAIŞˈê jî kir û wiha pê de çû: “Gelek kom bi navên cuda hene, lê pêkanînên wan eynî yên DAIŞˈê ne. Em naxwazin sûcên çeteyên DAIŞˈê li Sûriyeyê dubare bibin. Niha em li pêşberî karaseteke mirovî ne. Heke DAIŞ dîsa vegere dê bandorên wê yên xirab li ser tevahiya cîhanê hebin.”

Medya Midewer bang li civata navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir û got: "Bi lez bikevin nava tevgerê, zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin, bila êrişên xwe rawestîne. Sivîlan biparêzin. Eger aliyên navneteweyî li ber dewleta Tirk negirin û hesab jê nepirsin, hingî dê karasetek pir mezin çêbe.”

(bb)

ANHA