Jineke koçber: Çeteyan li ber çavê me 2 kes serjê kirin

Jineke bi darê zorê ji cih û warên xwe hatiye koçberkirin, sûcên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî koçberan vegotin. Jina koçber diyar kir ku çeteyan li ber çavên wan 2 kes serjê kirine.

Jineke koçber: Çeteyan li ber çavê me 2 kes serjê kirin
8 kanûn, 2024   04:10
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Xedîce El Elî di nava karwanê duyemîn ê koçberan de bû ku ji gundewarên kantona Efrînê û Şehbayê gihaşt kantona Tebqayê.

Xedîce piştî ku di sala 2018’an de Efrîn hate dagirkirin, koçberî Şehbayê bû, bi hêviya ku vegere Efrînê ji xwe re li Şehbayê jiyanek ava kiribû.

Piştî geşedanên bilez ên li herêmên Heleb, Idlib û Hemayê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişeke ji nişka ve bir ser Şehba û gundewarên Efrînê, ev êriş bû sedema koçberkirina şêniyên Efrîn û Şehbayê.

Xedîce El Eli behsa rêwîtiya xwe ya duyemîn kir û got: “Em di nava karwanê duyemîn ê koçberan de bûn, dema ku em gihaştin gundê Til Qirahê, çeteyên dewleta Tirk karwan rawestand û mêr bi zorê daxistin. Dûre 2 kesên ku nexwestin xwe radest bikin, serjê kirin.”

Xedîce ev dîmen wiha rave kir: "Tiştekî pir bi tirs bû, me bawer nedikir tiştekî wilo çêbe, xelkê qîr dikir, çeteyan jî gotinên nexweş ji me re digotin.”

Xedîce piştî gihaşte Tebqayê, çûye mala keça xwe ya ku li bajêr dijî. Di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: “Tevî hemû tiştên ku me dît, em ê dest ji axa xwe û welatê xwe bernedin, heta ku em bi dest bixin em ê li ber xwe bidin.

(k)

ANHA