Banga ji bo azadkirina jinên ciwan ên dîl

Rêvebera Akademiyên Kongreya Star Bêrîvan Yûnis sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet dîlgirtina jinên ciwan ên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bi tundî şermezar kir. Her wiha bang li saziyên mafên mirovan kir ku ji bo parastina mafên wan dîlgirtiyên jin û azadiya wan bi lezgînî tev bigerin.

Banga ji bo azadkirina jinên ciwan ên dîl
8 kanûn, 2024   06:10
QAMIŞLO
SELAVA EBDULREHMAN

Di 27’ê Mijdara borî de, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam êrişeke berfireh li ser bajarê Helebê pêk anî û bajar desteser kirin. Di vê navberê de şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo parastina her du taxan û parastina xelkê, di bin navê Hêzên Parastina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de xwe bi rêxistin kir.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê diyar kir ku di şerê bi çeteyan re, hinek ciwan û jinên ciwan ên Hêzên Parastina Şêxmeqsûdê birîndar bûn û dîl hatin girtin.

Der barê mijarê de rêvebera Akademiyên Kongra Star Bêrîvan Yûnûs binpêkirin û sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Sûriyeyê bi taybet li dijî jinên ciwan ên dîl şermezar kir.

Bêrîvan bal kişand ku di êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrîn û Şehba û Helebê de gelek bûyer qewimîn û got ku sûcên kuştin û girtina sivîlên li Şehba û Til Rifatê "sûcên şer" in û binpêkirina eşkere ya zagonên navneteweyî û mafên mirovan e.

Bêrîvan her wiha bal kişand ser sûc û binpêkirinên bi vî rengî yên berê û got: "Gelek belge û delîl hene ku tawanên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî gel nîşan didin. Mîna tawana li dijî şehîd Barîn Kobanê û tewana kuştina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef. Ev hemû hin nimûneyên sûcên ku dagirkerî û çeteyên wê li dijî malbat û jinan pêk tîne.

Bêrîvan Yûnûs diyar kir ku tevî mezinbûna van tawanan jî, lê civaka navneteweyî tu bertek nîşan nedaye û bê deng maye û got: “Ev hemû li pêş çavê welatên cîhanê û Encûmena Elwekriya Navdewletî têne kirin, tevî ku ev çete hemû peymanên navneteweyî binpê dikin, saziyên navnetewî xwe bê deng kirine.”

Her wiha Bêrîvan Yûsis bang li rêxistinên navnetewî kir ku bêdeng nemînin û erkên xwe bi cih bînin û hemû aliyan neçar bikin ku rêzê li van peymanan bigirin.

(k)

ANHA