Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Girtina rêyan sûc e

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga rakirina bendan û vekirina rêyan kir û diyar kir ku ev beng sûcek li dijî mirovahiyê ye.

Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Girtina rêyan sûc e
Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Girtina rêyan sûc e
Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Girtina rêyan sûc e
Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Girtina rêyan sûc e
6 cotmeh, 2025   23:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo di çalakiya protestokirina danîna bendên axî û girtina rêyan a ji aliyê hêzên hikumta veguhêz a Sûriyeyê de axivî.

Nûrî Şêxo diyar kir ku ji bo mîsogerkirina ewlehî û aramiya her du taxan rojane diyalog têne kirin, lê encamên wê ters tên. Nûrî Şêxo da zanîn ku cîhan di aliyên civakî û aborî de pêş de diçin lê Sûriyeyê paş dikeve, rê tên girtin û dorpêç tê ferzkirin.

Şêxo banga vekirina rêyan û rakirina bendên axî kir û diyar kir ku hikumeta veguhêz berpirsên kiryarên hêzên xwe ye. Her wiha îşaret pê kir ku girtina rêyên her du taxan sûcekî li dijî mirovahiyê ye û got, tu hêz nikare Şêxmeqsûdê ji derdora wê qut bike.

Hevseroka Meclisa Gel a her du taxan Hêvîn Silêman jî got, dê heya dawiyê li ber xwe bidin.

Hêvîn anî ziman ku pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ên her du taxan daxwaza mafên xwe yên rewa dikin û bi bîr xist ku gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo jiyaneke bi rûmet û azad li Sûriyeyeke yekbûyî gelek şehîd dane. Hêvîn Silêman banga rakirina bendan û vekirina rêyan kir.

Çalakiya şêniyan berdewam dike.

(bb)