Yekitiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê xebatên salekê nirxandin

Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê xebatên xwe yên salekê nirxandin û plansaziya xwe ya 2026ˊan derxist. Di plansaziyê de hat diyarkirin ku wê dewreyên perwerdê werin vekirin û semînerên hişmendiyê bên danîn.

Yekitiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê xebatên salekê nirxandin
Yekitiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê xebatên salekê nirxandin
Yekitiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê xebatên salekê nirxandin
Yekitiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê xebatên salekê nirxandin
Yekitiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê xebatên salekê nirxandin
Yekitiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê xebatên salekê nirxandin
27 kanûn, 2025   17:46
HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, bi amadebûna endamên yekitiyê û mêvanên ji sazî û meclisên sivîl, civîna xwe ya salane ya 2025'an li dar xist. 

Civînê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre rapora salane hate xwendin. Di raporê de çalakiyên hatine kirin hatin nirxandin.

Di raporê de hat gotin ku 56 semînerên der barê dozên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, zewaca temenbiçûkan de hatin dayîn, 30 senevîzyonên di vî warî de hatin pêşkêşkirin, perwerdeyek li ser Menîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk hat lidarxistin, 20 civînên taybet bi jinên ciwan û ciwanan ji bo pêşxistina peywendî û birêxistina karê kolektîv hatin organîzekirin.

Di raporê de behsa organîzekirina perwerdehiya rewşenbîrî li ser Manîfestoya Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan, ji bilî lidarxistina 20 civînan bi taybetî ji bo ciwanan, bi armanca xurtkirina ragihandinê û rêxistinkirina xebata civakî hat kirin.

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Nûra Ceilo li ser girîngiya xwegihandina hejmarek mezin a ciwanan û xebitîna li ser hişmendîkirina wan a fikrî û rêxistinî axivî.

Nûra diyar kir ku pêwîstî bi zêdekirina dewreyên danasnîna civakê bi fikir û felsefeya Rêber Apo heye, li kêlek wê jî asta hişmendiya siyasî û civakî li gel jinên ciwan bilind bibe û wan teşwîq bikin ku rola aktîv di tevahî warên jiyanê de bilîzin.

Nûra da zanîn ku pêdiviya qonaxa bê bi hewlên zêde ji bo rûbirûbûna astengiyên civakê, pêşxistina beşdariya jinên ciwan di biryardanê de heye. Ji ber ku ev mijar dihêle civakeke demokratîk li ser bingeha edalet û wekheviyê ava bibe.

Di civînê de plansaziya 2026ˊan hat diyarkirin û wiha ye: vekirina dewreyên fikrî yên nû, dayîna semînerên hişmendiyê der barê tundiya li ser jinan, zewaca temenbiçûkan.

Di dawiyê de, endama Yekitiya Jinên Ciwan Arsûz Xelef daxuyaniyek xwend û hat diyarkirin ku ji bo azadiya jinê û pêşxistina rola wê ya pêşeng di civakê de ew di têkoşîna xwe de dewam dikin.

(ac/fr)

ANHA