Meclisa Malbatên Şehîdan sersaxî  ji rojnamevanan re xwest

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ji ber şehadeta nûçegihana me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan, sersaxî ji rojnamevan û xebatkarên qada ragihandinê re xwest.

Meclisa Malbatên Şehîdan sersaxî  ji rojnamevanan re xwest
22 kanûn, 2024   13:35
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ji bo nûçegihana me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan ên ku 19ˈê kanûnê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, serdana navenda ragihandinê ya li Kobanê kir û sersaxî xwest.

Di serdanê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Eyşe Efendî sersaxî ji malbat şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan û rojnamevan û xebatkarên ragihandinê re xwest.

Eyşe Efendî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû awayî êrişî herêmê dike û wiha domand: “Divê em berxwedan xwe xurtir bikin. Berxwedana me wê dijmin têk bibe. Dewleta Tirk a dagirker êrişî gelê me dike û hevanên ku  rastiyê radighînin dike hedef. Ev yek diyar dike ku dewleta Tirk li ser rûyê erdê bi binketiye û derbeyên pir giran di aliyê şervanên YPJ û Meclisa Leşkerî ya Micbicê ve xwariye, lewma êrişî rojnamevanan dike û dixwaze bi vî awayî binketinên xwe binixumîne."

` JI ME TÊ XWESTİN EM DENGÊ RASTİYÊ BİPARÊZIN`

Eyşe Efendî destnîşan kir ku wê tu carî rastî neyê veşartin û got: “Bi qetilkirina rojnamevanan dengê heqîqetê qutkirin. Bi saya dengê rastiyê  kiryarên ku  li dijî gelê herêmê têne kirin ji tevahî cîhanê re hatin aşkerakirin. Ji me tê xwestin em dengê rastiyê biparêzin û şopdarê şehîdên xwe bin. "

(sş/bb)

ANHA