Oldaran êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Endamên saziyên olî yên bajarên Qamişlo û Til Hemîsê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û gotin ew bi berxwedanê, aştiyê û biratiyê re ne.

Oldaran êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
22 kanûn, 2024   13:27
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker duh li ser rêya Til Birak û Holê erebeyek bombebaran kir. Di encamê yek ji wan endamekî Kongreya Îslama Demokratîk 3 şêniyên di erebeyê de bûn şehîd bûn.

Kongreya Îslama Demokratîk ji bo şermezarkirina êrişê li ber avahiya Saziya Olî ya li bajarê Qamişloyê hatin ba hev û daxuyaniyek da. Endamê kongreyê Casir Salih daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyeyê hate kirin ku geşbîn bin ku dê ji zulmê û çewisandina rejîma Baasê ya binkeftî xilas bibin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê herêmê û Sûriyeyê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û gelê wê bi fikar in.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk û hedefgirtina oldaranhatin şermezarkirin  û hate gotin ku oldar û endamên saziyên olî bi berxwedanê, aştiyê û biratiyê re ne û dê li ser vê rêyê bin ta ku van armancan bi dest bixin. Her wiha bang li saziyên olî û navendên cîhanî, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Dadgeha Cezayan a Navneteweyî hate kirin ku helwesta xwe li hember vê êrişa hovane, nîşan bidin.

Di heman çarçoveyê de oldarên bajarê Til Hemîsê daxuyaniyek da. Hevserokê Saziya Olî ya bajêr Mutez El Enter li qada Mizgefta Mezin daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hedefgirtina erebeya şêniyan hate şermezarkirin hate gotin ku ew kiriyar sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

(şx/k)

ANHA

til hemisa

qamoşlo