Meclisa Bajarê Til Temirê civakê li gorî pêdiviyên seferberiyê bi rêxistin dike

Hevseroka Meclisa Bajarê Til Temirê diyar kir ku ragihandina rewşa seferberiya giştî bû bersiva rewşa heyî ji bo parastina herêmê. Her wiha da zanîn ku xebata saziyan bê navber berdewam dike, meclis xizmetên bingehîn peyda bike û hevkariyê bi komîteyên taxan re xurt dike da ku civakê bi rêxistin bike û sivîlan biparêze.

Meclisa Bajarê Til Temirê civakê li gorî pêdiviyên seferberiyê bi rêxistin dike
25 ÇILE, 2026   02:35
HESEKE

Hevseroka Meclisa Bajarê Til Temirê Gulîxan Sofî, ji ajansa me re der barê xebatên meclisê yên ji bo peydakirina xizmetan û birêxistinkirina civakê de axivî.

Gulîxan Sofî diyar kir ku ragihandina rewşa seferberiya giştî ne tenê tedbîreke awarte bû, lê belê encama nirxandinek berfireh a rewşa li ser erdê bû. Serferberî bi armanca baştirkirina amadekariya civakî û saziyan derket holê, ji bo parastina sivîlan li hember êrişên çeteyên çeteyên hikumeta demkî.

Gulîxanê diyar kir ku ev qonax hewceyê hişyariyek bilind e ji hêla hemû beşên civakê ve, her wiha heceyî hevkariya di navbera mecis, komîn û komîteyên taxan de ye.

Der barê xebatên heyî de Gulîxan Sofî diyar kir ku meclisê civîn bi komîteyên taxan, komîteyên parastinê û saziyên xizmetguzariyê re zêde kiriye, û asta hevkariya navxweyî bilind kiriye da ku rewşa giştî ji nêz ve bişopîne, pêdiviyên lezgîn ên şêniyan nas bike, bersivek bilez ji bo her rewşek awarte pêk bîne, û xebatên xizmetguzariyê û yên rêveberiyê biparêze.

Hevseroka Meclisa Bajarê Til Temirê diyar kir ku rewşa seferberiya giştî bandor li ser berdewamiya xizmetguzariyên bingehîn nekiriye, berevajî vê, girîngiya birêxistinkirin û parastina wan zêde kiriye.

Her wiha da zanîn ku meclis bi qasî ku ji destê wê tê, av û elektrîkê peyda dike, rewşa tenduristiyê dişopîne, piştgiriyê dide navendên tenduristiyê, xebata nanpêjxaneyan dişopîne û nan peyda dike.  Meclis her wiha xebatên paqijiyê û jîngehê, û şopandina bazaran dişopîne.

Gulîxan Sofî di dawiyê de peyamek ji şêniyên bajêr re şand û ji ber asta bilind a hişyariya giştî û hevgirtina civakî, spasiya xwe anî ziman û diyar kir ku yekitî û birêxistinbûn çekên herî bihêz in ji bo derbaskirina pirsgirêkan.

(k)

ANHA