Şêniyên Siwêda: Em bi dil û can bi Kurdan re ne

Şêniyên Siwêdayê li dijî êrişan piştgiriya xwe bi Kurdan û Rojava re anîn ziman û gotin êriş û komkujiyên li dijî Kurdan têne kirin, beriya niha li Siwêdayê jî hatibûn kirin. Şêniyan got, ew bi dil û can bi Kurdan re ne.

Şêniyên Siwêda: Em bi dil û can bi Kurdan re ne
25 ÇILE, 2026   04:55
SIWÊDA

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin, ji 6’ê Çileyê ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û gelek komkujî pêk anîn. Der barê mijarê de şêniyên bajarê Siwêdayê ji ajansa me re axivîn.

Girêdayî mijarê, Îmad Cemol silavên xwe ji tevahî Kurdan re şandin û diyar kir ku wek çawa îxanet li xelkê Siwêdayê hat kirin, li dijî Kurdan jî tê kirin û got: "Bi hêvî me hevgirtî bin, li ser biryar û helwestên xwe yên rûmetdar bin û dev ji mafên xwe bernedin."

Welatî Zeyd Ebû Sexir jî anî ziman ku "Me din li Şam û peravê çi hat kirin. Em bang li Kurdan dikin ku li ber xwe bidin û li ser helwestên xwe bin. Em parastina xwe dikin, divê tevahî cîhan bizanibe ku em aştiyê dixwazin û ji bo mafên xwe parastina xwe dikin. Em wek durziyan bi dil û can li kêlek Kurdan in."

Xesan El Abid jî yê ji bajarokê Talê yê koçberî Siwêdayê bûye diyar kir ku "Em bi dil û can bi Kurdan re ne. Çawa di Tîrmeha 2025ˊan de li dijî xelkê Siwêdayê komkujî pêk anîn, niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dubare dikin. Em piştevaniyê didin berxwedana wan, ji ber ku ew xwedî maf û xakê ne."

Ciwanê bi navê Damin Belem jî got: "Em QSDˊê silav dikin û ji wan re dibêjin li ber xwe bidin, em heta dawiyê li kêlek we ne."

Hin welatiyên din jî yên ji Siwêdayê diyar kir ku ew ji Qada Keramê silavên xwe ji Kurdan re dişînin û dibêjin li dijî rejîma vê hikumetê, DAIŞ û tundrawan li ber xwe bidin. Çeteyên hikumeta demkî êrişî her cihekî ewle dikin, xerab dikin, komkujiyan pêk tînin, ew bê exlaq in, ne mirov in, jin, zarok û zilaman serjê dikin.

Welatiyan di dawiyê de peyamek da: "Em Kurdan di yek xendekê de ne. Helwestên mêr û jin, keç û xortên Kurdan helwestên mezin û rûmedtdar in."

(fr)

ANHA