Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Firatê hate avakirin

Di çarçoveya madeya 105’an a Hevpeymana Civakî de, Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Firatê hate avakirin.

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Firatê hate avakirin
2 cotmeh, 2024   15:07
KOBANÊ

Di çarçoveya praktîkkirina bendên Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, nûnerên sazî û desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê li avahiya Meclisa Aboriyê ya nû ya li bajarê Kobanê civiyan.

Di civînê de li gorî madeya 105’an a hevpeymanê, Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Firatê hate avakirin. Merwa Dirêî û Ebas Mihemed Elî wek hevserkên meclisê hatin hilbijartin.

Madeya 105’an wiha ye:

“Meclisa Aborî û Çandiniyê:

Ji nûnerên saziyên aboriyê, yekitî û kooperatîfên cotkaran, xwediyên sewalan, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê, Yekitiya Pîşekaran, Navenda Lêkolînan, nûnerên fakulteyên pisporên endezyariyê, beytarî û endezyarên çandiniyê ava dibe.

Meclis, pergala aboriyê ya civaka konfederaliya demokratîk bi pêş dixe. Xwe dispêre aboriya jîngehî, hevbeş û aboriya civakî. Li dijî tevahî cureyên kesybaziyê ye. Hewl dide rêgez û têgeha hevbeşiya avê, enerjiyê û erdê bi pêş bixe. Akademiyên pêwîst ji bo amadekirina kadroyan vedike. Kooperatîfan ava dike, ji bo ku aboriya komînal were bidestxistin. Ji bo peydakirina jêderên qûtê û îstismaran, projeyan bi pêş dixe. Bi awayekî koordînekirî li gel deste û komîteyên malî dixebite ji bo ku rê li pêşiya îstismarê di qada aboriya civakî de veke."

(şx)

ANHA