Hejmara kesên ji Lubnanê vedigerin zêde dibe

Hejmara kesên ji Lubnanê vedigerin herêmê, derket 11 hezar û 814`an ku bi rêya deriyê Tebqa û Ebû Kehef (El Tayhe) yê kantona Minbicê derbasî herêmê bûn.

Hejmara kesên ji Lubnanê vedigerin zêde dibe
Hejmara kesên ji Lubnanê vedigerin zêde dibe
Hejmara kesên ji Lubnanê vedigerin zêde dibe
Hejmara kesên ji Lubnanê vedigerin zêde dibe
Hejmara kesên ji Lubnanê vedigerin zêde dibe
Hejmara kesên ji Lubnanê vedigerin zêde dibe
Hejmara kesên ji Lubnanê vedigerin zêde dibe
Hejmara kesên ji Lubnanê vedigerin zêde dibe
2 cotmeh, 2024   16:09
TEBQA

Di encama şerê Hizbullah û Îsraîlê de bi deh hezaran sûriyeyiyên li Lubnanê kar dikirin an jî ji destpêka aloziyê ve koçberî wir bûne, vegeriyan Sûriyeyê. 

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Lubnanê 24`ê Îlonê ji bo şopandina kar û barên penaberên sûriyeyî yên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, komîteyek ava kir.

Bi hezaran penaberên sûriyeyî û lubnanî berê xwe didin herêmê. Heta niha bi rêya deriyê Tebqayê 5 hezar û 439 kes derbasî herêmê bûne. Di nava wan de 23 lubnanî hene û 8 cenaze jî hatine.

Bi rêya deriyê Ebû Kehef ê kantona Minbicê jî 6 hezar û 375 sûriyeyî û 5 lubnanî, her wiha 3 cenaze derbasî herêmê bûne.  

Desteya Tenduristiyê ya kantona Tebqayê ji bo şopandina rewşa penaberan û birîndaran bi koordîneya Heyva Sor a Kurd nuqteyeke tenduristiyê li deriyê Tebqayê vekir.

Kesên xizmên wan li herêmê hene li cem wan dimînin, yên xizmên wan tune ne jî Rêveberiya Xweser jê re navend veqetandine.

(şx)

ANHA