Çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî

Çalakiyên ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Di çalakiyan de teqezî bi mezinkirina têkoşînê û berxwedanê di oxira bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de hate kirin.

2 cotmeh, 2024   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzîkbûna salvegera 26`an a destpêkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, li bajarên Amûdê û Dêrikê 2 çalakiyên cuda hatin lidarxistin. 

DÊRIK

Însiyatîfa Parazerên Sûriyeyî ya ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan têkildarî armancên Komploya Navneteweyî semînerek li navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê li dar xist.

Hevserokê însiyatîfê Mihemed Emîn El Neîmî axivî û behsa armancên komployê kir û diyar kir ku armanca sereke têkbirina jiyana hevbeş û aştiyane ya di navbera gelan de bû lê hewldanên komplogeran bi ser neketin.

El Neîmî balkişand ser rola parêzeran di bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de û banga firehkirina qada çalakiyan û meşandina xebatên hiqûqî di vê çarçoveyê de.

Di dawiyê de beşdaran rêbazên çalakirina rola parêzeran nîqaş kir.

AMÛDÊ

Di heman çarçoveyê de Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi koordîneya Meclisa Bajarê Amûdê civînek li hola PYD`ê li dar xist. Bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl û saziyên Rêveberiya Xweser tev li semînerê bûn.

Di civînê de pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, Komploya Navneteweyî û pêwîstiya mezinkirina têkoşînê ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin.

Di civînê de pergala îşkence û qirkirinê hate redkirin.

(şx)

ANHA