Îlham Ehmed, Mazlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî civiyan

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Mûnîhê civiyan.

Îlham Ehmed, Mazlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî civiyan
15 sibat, 2026   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya beşdariyê di Konfiransa Mûnîhê de, civiyan e.

Hate eşkerekirin ku rojeva civînê ya aliyan nirxandina rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê ye.

Îro roja sêyemîn û ya dawîn e ji Konfiransa Mûnîh ya Ewlehiyê, di herdu rojên borî de Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî bi gelek  aliyan re civiyan.