Rûsya ragihand ku wê 12 gundên Ukraynayê kontrol kirine

Rûsyayê ragihand ku hêzên wê li rojhilatê Ukrayanyê 12 gund kontrol kirine û pêşdeçûnên xwe didomînin.

Rûsya ragihand ku wê 12 gundên Ukraynayê kontrol kirine
15 sibat, 2026   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Serfermandarê Giştî yê Rûsyayê Valery Gerasimov ragihand ku hêzên Rûsyayê di vê Sibatê de 12 gundên li rojhilatê Ukraynayê kontrol kirine.

Gerasimov di daxuyaniyekê ku li ser Telegramê weşandiye de got "hêz pêşveçûna xwe ya ber bi bajarê pîşesaziyê yê Sloviansk ve didomînin. Ev bajar di sala 2014’an de ji hêla cudaxwazên alîgirê Moskovê ve bi demkî hatibû kontrolkirin."

Serfermandar anî ziman ku "herêma ewlehiyê" ya li ser sînorên Sumy û Kharkiv ê li bakurê rojhilatê welêt hatiye berfirehkirin.

Gerasimov daxuyand ku Moskov dê gavên xwe yên din ên der barê herêma Dnipropetrovsk de, ku hêzên Rûsyayê havîna borî ketine nîqaş bike. Kîevê jî red dike ku di her peymanek aştiyê de dev Donetskê berde.

(bb)