Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed bi Emmanuel Macron re hevdîtin kir

QSDˊê ragihand ku di çarçoveya Konferansa Munîhê de Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kir.

Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed bi Emmanuel Macron re hevdîtin kir
13 sibat, 2026   22:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya bajarê Munîhê yê Almanyayê de, Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bi serokê Fransa Emmanuel Macron re hevdîtin kir.

Li gorî navendê, di hevdîtinê de, şandeyê spasiya xwe ji Serok Macron re ji bo piştgiriya berdewam a Fransayê, bi taybetî ji bo hewldanên wê yên ji bo pêşxistina agirbestê û xurtkirina aramiyê, anî ziman. Her wiha girîngiya piştgiriya berdewam a navneteweyî ji bo misogerkirina pêkanîna lihevkirina 29ˊê Çile û bicîhanîna bendên wê hate tekezkirin, ku dikeve xizmetî rêveçûna entegrasyonê û aramiya Sûriyeyê.

Navendê destnîşan kir ku Serok Macron jî diayr kir ku dê Fransa xebat û hewldanên xwe di vê çarçoveyê de bidomîne û pesna rola ku QSDˊê di têkoşîna li dijî terorê, xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê de dide, da.

(fr)