Mazlûm Ebdî: Me bi Rubio re siberoja Sûriyeyê û taybetmendiya gelê Kurd nîqaş kir

Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî civîna bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re bi erênî wesif kir û got, "Me di civînê de mijarên weke entegrasyon, siberoja Sûriyeyê û mafên gelê Kurd nîqaş kirin."

Mazlûm Ebdî: Me bi Rubio re siberoja Sûriyeyê û taybetmendiya gelê Kurd nîqaş kir
13 sibat, 2026   21:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 62ˊemîn de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Wezîrê Derve yê hikumeta demkî Esed El Şeybanî bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiyan. Mazlûm Ebdî civîna bi Rubio re bi erênî wesif kir û destnîşan kir ku mijarên entegrasyonê, siberoja Sûriyeyê û taybetmendiya gelê Kurd hatin nîqaşkirin.

Ebdî di bersiva pirsên rojnamevanan ên têkildarî rola hêzên navneteweyî di parastina lihevkirinan de diyar kir ku ev mijar hat nîqaşkirin, bersiv erênî bûn. Ebdî anî ziman ku wê gelek civîn îro û sibe ji bo şopandina mijarên hatine pêşkêşkirin li dar bikevin.

Têkildarî rewşa meydanî ya li Rojava Mazlûm Ebdî bi bîr xist ku agirbestek heye, lê amaje bi hin pirsgirkên ku xebatên çareserkirina wan tên kirin, kir û got dewletên Yekitiya Ewropayê nêzîkatiyeke erênî der barê pirsgirêka Kurdî de nîşan didin.

(fr)