Mazlûm Ebdî: Em hêzên xwe ji herêmên rojhilatê Helebê dikişînin

Fermandarê Giştî yê QSDˊ Mazlûm Ebdî ragihand ku wan biryar daye ku hêzên xwe sibe ji deverên niha yên li rojhilatê Helebê ber bi herêmên rojhilatê Firatê ve bikişînin.

Mazlûm Ebdî: Em hêzên xwe ji herêmên rojhilatê Helebê dikişînin
17 ÇILE, 2026   00:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser platforma xwe ya Xˊê peyamek da, ku ew hêzên xwe ji herêmên niha yên li rojhilatê Helebê ku 2 rojin rastî êrişan tên ber bi herêmên rojhilatê Firatê ve bikişînin.

Di peyama Mazlûm Ebdî de wiha hate gotn: "Li ser bingeha bangên welatên dost û navbeynkaran, bi armanca nîşandana niyeta me ya baş ji bo temamkirina pêvajoya entegrasyonê û pabendbûna me ji bo bicîhanîna şertên peymana 10ˊê Adarê, me biryar da ku hêzên xwe sibe, saet 7:00ˊan sibehê ji herêmên niha yên bi ser rojhilatê Helebê ber bi herêmên rojhilatê Firatê ve vekişînin. Ev herêm ji 2 rojan ve di bin êrişan de ne."

(fr)