Mamosteyên Peymangeha Bilind ya Hunerên Şanogeriyê ya Sûriyeyê dersdayîn boykot kirin

Li Peymangeha Bilind a Hunerên Şanogeriyê li Şamê bi dehan mamosteyan dersdayin boykot kirin. mamosteyan gotin ku Wezareta Çandê dawazên wan ên akademîk û locistîkê paşguh dike.

Mamosteyên Peymangeha Bilind ya Hunerên Şanogeriyê ya Sûriyeyê dersdayîn boykot kirin
29 tebax, 2025   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku 65 mamosteyan ji destpêka sala nû ya xwendinê dersdayin boykot kirin, li Peymangeha Bilind a Hunerên Şanogeriyê li Şamê alozî rû daye. Mamosteyan ragihand ku Wezareta Çanê ya hikûmeta Şamê daxwazên wan ên girêdayî rewşa locistî û hîndkariyê li peymangehê paguh dike.

Di 7’ê Tebaxê de, mamosteyan nameyek fermî pêşkêşî wezaretê kirin, tê de astengiyên li pêşiya proseya perwerdehiyê eşkere kirin. lê wezaretê daxwazên wan paşguh kir û kesekî ji derveyî peymangehê, bê hilbijartin weke rêvberê peymangehê destnîşan kir.

Mamosteyan diyar kir ku siyasetên wezaretê hiştiye ku baweriyan wan bi saziyê kêm bibe.

Mamosteyan gotin ku ji bo vegera wan divê jîngeheke baş û demokratîk were peydakirin.

 (ac)

ANHA