Zêdetirî 100 kes ji Siwêdayê li zindana Adrayê girtî ne

Zêdetirî 100 kes ji Siwêdayê, di nav de zarok û kal û pîr hene, ji nîvê Tîrmehê ve li zindana Adrayê de girtî ne.

Zêdetirî 100 kes ji Siwêdayê li zindana Adrayê girtî ne
29 tebax, 2025   22:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî û mafên mirovan eşkere kirin ku zêdetirî 100 kes ji Siwêdayê, di nav de jin, zarok û kal û pîr jî hene, ji mehekê zêdetir li Zindana Navendî ya Adrayê li gundewarê Şamê girtî ne. Ev kes dema serdegirtin û êrişên leşkerî yên li ser bajêr û gundewarê wê di nîvê Tîrmehê de ji hêla hêzên girêdayî hikûmeta Şamê ve hatin girtin.

Ajansa SANA`yê çend roj berê wêneyên ji hundirê girtîgehê weşand û got ku komîteya lêpirsînê bi "girtiyan" re hevdîtin kiriye. Lêbelê, şêniyan çend ji wan nas kirin û diyar kirin ku ew sivîl in û ji malên xwe hatine revandin.

Çavkaniyan eşkere  kirin ku temenê hin girtiyan kêmî 18 salan ne, lewma girtina wan bi mezinan re binpêkirinek eşkere ya zagonê ye.

Çalakvanan gotin ku berpirsyarê van binpêkirinan hikûmeta Şamê ye.

Li aliyekî din bi hezaran malbat hîna li xizmên xwe digerin, di nav wan de 75 jinên ku hatine revandin.

(k)