Malbatên şehîdan: Zarokên me dê bi berxwedana me serbilind bin

Malbatên şehîdan ên di nobeta parastina Bendava Tişrînê de cih digirin, diyar kir ku têkoşîna wan a li hemberî planên dagirkirinê yên dewleta Tirk berdewam e û got "Zarokên me dê bi berxwedan û keda me serbilind bin."

Malbatên şehîdan: Zarokên me dê bi berxwedana me serbilind bin
21 sibat, 2025   04:35
TEBQA

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, çalakiya nobetê ya li bendavê dikin. Malbatên şehîdan ên ji kantona Tebqayê ku cihê xwe di nobeta bendavê de girt, diyar kir ku dê têkoşînê berdewam bikin, destkeftî û welatê xwe biparêzin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê Mehmûd El Sayîl anî ziman ku “malbatên şehîdan kezeba xwe dane” û bi saya fedakariyên şehîdan gel azad dijî.

Mehmûd El Sayîl got: "Malbatên şehîd ew kesên pêşîn bûn ku li hemberî plan û êrişên li ser herêmê me sekinîn. Kesên pêşîn bûn ku di berxwedana Bendava Tişrînê de cih girtin. Tevî ku birîndar bûn jî careke din vegeriyan bendavê û parastinê dikin. Ev yek jî sekna wan a li hemberî çi kesên hewl didin erdê me yê hêja qirêj bikin, nîşan dide."

Hevjîna şehîd Mihemed El Mûsa, Meryem El Şerîf diyar kir ku ew dest ji mîrateya zarokên xwe yên şehîd bernadin.

Meryem El Şerîf hin helbestên li ser berxwedanê gotin û diyarî Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Hevjîna şehîd Nadir El Selama û xwişka du şehîdan, Delal Selama got ew bi şehîdên xwe serbilind in û anî ziman ku şehîdan ji bo erd û kerameta gelê xwe biparêzin xwîna xwe dan.

Delal Selama destnîşan kir ku ew wekî malbatên şehîdan dê  parastina welatê bidomîne û şopdarên rêya şehîdan bin.

Hevjîna şehîd Ebdullah El Îsa, Fatin Şêx Nasir jî cihê xwe di çalakiya nobetê ya Bendava Tişrînê de girt diyar kir ku tevlêbûna wê ya çalakiya nobetê berdewama xeta şehîdan e û ev li gotinên xwe zêde kir "Em ê rêya şehîdên xwe bidomînin. Em welatê xwe ji dagirkeran re nahêlin. Em ê li ser erdê xwe bimînin, bi keda şehîdên me wê zarokên me li welatekî azad bijîn û bi berxwedan û fedakariyên me serbilind bin."

Bavê şehîd Ehmed Ebû El Rîş, Ebdulkerîm Ebû El Rîş jî got: "Me ragihand ku em ê paendî projeya neteweya demokratîk û avakirina mirovan bin. Lê ev gotin li xweşiya kesên ku fêrî dagirkirin û kolekirina gelan bûne, nayê. Ji destpêkê de em dizanîn ku dê êriş li ser me werin kirin, lê me ev erd bi berdêleke giran a xwîna zarokên me kiriye. Ne mimkin e em erdê xwe yê ku me ji bo wê berdêlên mezin parastiye bidin dijmin."

(bb)

ANHA