Ebdulmesîh El Şamî: Washington êdî bi siyaseta kaosên afirandî bawer nake

Pisporê siyasî yê têkiliyên navneteweyî Ebdulmesîh El Şamî diyar kir ku berjewendî sedema vegera têkiliyên Rûsya û DYA’yê ne û destnîşan kir ku li DYA’yê îro nifşeke nû heye ku baweriya wê bi siyaseta şer û berjewendiyên li ser esasê çêkirina kaosan nayê. Her wiha anî ziman ku baweriya Trump bi siyaseta Biden a "dewleta kûr" nayê.

Ebdulmesîh El Şamî: Washington êdî bi siyaseta kaosên afirandî bawer nake
21 sibat, 2025   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Piştî ku Donald Trump bû serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) soz dabû ku dê dawî li şerê Moskov û Kîevê bîne. Di vê çarçoveyê de şandeyên Rûsya û DYA’yê roja sêşemê li Erebistana Siûdî hevdîtin kir. Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ragihand ku her du aliyên şêwiran ji bo çareserkirina aloziya di têkiliyên her du welatan de, li ser avakirina mekanîzmayekê li hev kiriye. Wezaretê destnîşan kir ku di demeke nêz de dê xebat li ser bidawîkirina şerê Rûsya û Ukraynayê bê kirin.

Şêwirmendê dîplomasiyê yê Kremlînê Yuri Ushakov jî got da û standin "baş derbas bûn."

Lêkolînerê siyasî yê têkiliyên navneteweyî Ebdulmesîh El Şamî, berjewendî wekî sedema rasterast a ji nû ve nêzîkbûna Rûsya û Amerîkayê nirxand.

‘BAWERIYA TRUMP BI DEWLETA KÛR NAYÊ’

Ebdulmesîh El Şamî diyar kir DYA bi xwe di serdema Trump de şerê Rûsyayê kir û got: "Îro nifşeke nû û meyleke nû li DYA’yê heye ku baweriya xwe bi siyaseta şer û berjewendiyan li ser bingeha çêkirina kaosan nîn e."

El Şamî got: " Îro nifşek û meylek heye ku dixwaze berjewendiyên hevpar bi welatan re re bêne avakirin. Trump di asta kesane de xwedî têkiliyên baş bi Pûtîn re ye. Her wiha Trump wek karsazek ​​berjewendiya DYA’yê di têkiliyên bazirganî û siyasî yên yên hevseng de dibîne. Trump bi siyaseta Biden a ‘dewleta kûr’ bawer nake. 

Niha tevgereke rastgir heye ku stratejiyên li ser bingeha pevguhertina berjewendiyan dixwaze. Lê stratejiyên li ser bingeha belavkirina şer û pevçûnan û birêvebirina wan  bi dirûşma afirandina kaosan napejirîne."

Der barê bandorên van stratejiyan de jî El Şamî wiha axivî: “Ev yek dê bibe sedema bidawîbûna şerê bi Ukraynayê re. Di heman demê de dê bibe sedema parvekirina destkeftî û berjewendiyan di navbera DYA û Rûsyayê de, li ser hesabê Ukraynayê. Ewropî dê zirara herî mezin bibînin, ji ber ku wan ev rastî zû fêm nekir. Xuya ye ku ew bi guhertinên ku li cîhanê diqewimin, bi rêgezeke nû re nemeşiyane. Wisa xuya ye ku parzemîna Ewropa bi rastî bûye parzemîna pîr.”

‘TRUMP EWROPAYÊ CIDÎ NAGIRE’

Li gorî Ebdumesîh El Şamî, ewropî hîs dikin ku ew îzole bûnê. DYA jî Ewropayê bi cidî nagire û wek hevseng û hevalbend bi wê re nade û nastîne, lê wekî peyrew pê re dide û distîne. Ewropî “îro diqîrin, metirsî û xeletiya ku kirine hîs dikin”.

(bb)

ANHA