‛Fikra Rêber Abdullah Ocalan rêya jinan ronî kir’

Jinên ji kantona Reqayê diyar kir ku fikra Rêber Abdullah Ocalan hişt ku jin rizgar bibin û di tevahî aliyên jiyanê de, piştî salên paşguhkirinê, xwe bi pêş bixin. Jinan got Komploya Navneteweyî nekarî û nikare fikra wî biçewisîne, ji ber ku fikra wî nayê gitin.

‛Fikra Rêber Abdullah Ocalan rêya jinan ronî kir’
21 sibat, 2025   03:06
REQA

Jinên ji kantona Reqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê bandorbûna bi fikra Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wan ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de, ji ajansa me re axivîn.

Der barê mijarê de, endama Komîteya Pewerdê ya Kombûna Jinan a Zenbûiya ya kantona Reqayê Suheyl El Ehmed axivî û got: "Destpêkê min fikra Rêber Abdullah Ocalan nas nedikir, lê piştî min dewreya fikrî girt, min bingehên wê fikrê yên xwe dispêrin edalet û wekheviya di navbera mêr û jinan de, rêzgirtina mafên jinan û nepaşguhkirinê vedîtin."

Suheyl amaje bi komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha domand: "Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi bin ket. Ji ber ku fikra wî heta ew di girtîgehê de ye didome. Fikra wî nayê girtin."

Suheyl anî ziman ku ji bo danasîna jinan bi fikra Rêber Abdullah Ocalan ew ê semînerên hişmendiyê li dar bixin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî organîzekirina meşan bidomînin.

Îman El Xelef jî ya ku endama Kombûna Jinan a Zenûbiya ye, destnîşan kir ku jin di civaka baviksalarî de kelepçekirî bû, lê piştî naskirina fikra Rêber Abdullah Ocalan êdî ew dikare mafên xwe nas bike û tev li civakê bibe.

Îman destnîşan kir ku armanca komployê têkbirina fikra Rêber Abdullah Ocalan a li ser wekhevî û edaletê, ye.

Her wiha Munteha El Hiwêce jî li ser bandorbûna jinan bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan axivî û got: "Piştî naskirina fikra Rêbertî, êdî jinan maf û erkên xwe zêdetir nas kirin û di tevahî aliyan de di navbera her du zayendan de wekheviyeke çêbû."

Munteha di dawiyê de got: "Fikra Rêbertî di mejiyê her kesê ji bo azadî, edalet û wekheviyê de tê dikoşe, zindî ye."

(fr)

ANHA