Malbatek ji Kobanê ber bi Lubnanê ve diçû hat revandin

Malbateke Kurd a ji 7 kesan pêk tê ya ji gundewarê Kobanê dema hewl dida derbasî Lubnanê bibe, beriya sînorê Sûriye-Lubnanê tê revandin.

Malbatek ji Kobanê ber bi Lubnanê ve diçû hat revandin
18 sibat, 2026   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Komek çekdar welatî Ebdullah Hebeş ê ji gundê Uwênî yê gundewarê Kobanê, hevjîn û 5 zarokên wî li herêma Tilkelexê ya Humsê, revandin.

Li gorî agahiyan, malbatê bi qaçaxçî re ji bo derbasbûna xaka Lubnanê li hev kiribû, lê qaçaxçî ew radestî koma çekdar kir. Komê jî li hemberî berdana wan bi xizmên malbatê re axivî ku nêzî 35 hezar dolar bidin.

Çavkaniyên nêzî malbatê diyar kir ku xizmên revandiyan di şoqeke mezin de ne û nikarin ew qas pere kom bikin. Koma çekdar jî dîmenên ku nebaş ên ku ji weşandinê re nabin ji xizmên wan re şandine. Malbata revandiyan jî gotibû ku ew ê wan dîmenan radestî rêxistinên mirovî û hiqûqî yên taybet bikin.

(fr)