15 TIR’ên ku dihatin Kobanê hatin sekinandin

Platforma Parastin û Hevgirinê ya Bajêrê  Amedê 15 TIRên alîkariyê ji bo Kobanê şand. TIRên bi rê ketine li ser sînorê navçeya Kobanê hatin sekinandin.

15 TIR’ên ku dihatin Kobanê hatin sekinandin
15 TIR’ên ku dihatin Kobanê hatin sekinandin
15 TIR’ên ku dihatin Kobanê hatin sekinandin
15 TIR’ên ku dihatin Kobanê hatin sekinandin
30 ÇILE, 2026   16:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Parastina Bajêrê Amedê ya bakurê Kurdistanê ji bo hewcedariyên jiyanî yên Kobanê, 15 TIRên ji pêdiviyên jiyanî pêk tê ji Kobanê re şand. TIRên ji Amedê bi rê ketine li sînorê navçeya Pirsûsê ya bajarê Rihayê hatin sekinandin. 

Parlamentera DEM Partî ya Rihayê Adalet Kaya, endamên rêxistinên bajêr û navçeya Pirsûsê yên DEM Partiyê çûn cihê ku TIR lê hatinê sekinandin. Her wiha hat diyarkirin ku leşker xwestine ku TIRan paş ve bişînin û berê wan bidin ser rêya Dîlokê. Li ser vê yekê parlamenterên DEM Partiyê pêşî li vê yekê girtin û nehiştin TIR werin vegerandin.